Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin 2024-10-26 20:32:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê Eyn Îsa û gundewarên wê û gundewarên Girê Spiyê topbaran kirin.    Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê Eyn Îsa, kampa Eyn Îsa, gundên Seyda, Elîmat, Dewalîb, Şêx, Xalidiyê, Dibis, Hoşan û Cidêdê topbaran kirin. Her wiha êrişên li gundewarên Girê Spiyê jî didomin.   Ji şeva çarşemê ve Tirkiye êrişên hewayî û bejahî li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Di encama van êrişan de 17 welatî jiyana xwe ji dest dan û her wiha bi dehan saziyên xizmetguzarî û binesaziyê zirar dîtin.