Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2024-10-27 08:50:08   RIHA - Jina ciwan Karam Sido a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Rihayê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.    Jina ciwan a 18 salî ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Karam Sido li gundê Badê yê navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sido di axûra li rex mala xwe de hate dîtin. Hate îdiakirin ku întîhar kiriye.    Cenazeyê Sido ji bo otopsiyê ji hêla komên tenduristiyê ve rakirin Morga SAziya Tipa Edlî ya Rihayê.