Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man 2024-10-27 08:54:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encma êrişên dewleta tirk ên li dijî stasyonên ceyranê de hem navenda Kobanê hem jî 366 gund bêceyran man.    Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk ji şeva 23’yê cotmehê heta niha bi balafirên şer, balafirên biçek ên bêmirov û bi çekên giran navendên xizmetê, ceyran, stasyonên avê, bîrên petrolê, depoyên genim û hwd. ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire. Di encama êrişan de zarok jî di nav de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber hedefgirtina santralên ceyranê, navenda Kobanê û 366 gundên wê bêceyran man.    Hevseroka Desteya Enerjiyê ya Kantona Firatê Eyşe Nasir da zanîn ku di encama hedefgirtina santrala ceyranê de navenda bajar û 366 gundên wê bêceyran mane. Nasir, diyar kir ku tevî zirara gihiştiye santralan jî êrişên li dijî herêmê didomin lewma xebatkarên wan nikarin tespîta xesarê bikin.    Ji ber ku santralên ceyranê nema dikarin bên bikaranîn, li Kobanê li gel cihên stratejîk her wiha bîrên avê jî naxebitin.