ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-27 09:00:06   * Rojnamevan Îbrahîm Êzidî diyar kir ku dewleta tirk 16 caran êriş biriye ser Şengalê û got: "Hêzên navneteweyî ku xwe wekî parêzvaniya mafên mirovan dibîne, li ber van sûcên şer bêdeng dibîne. Dewleta tirk li Şengalê û li Rojava jî sûcên şer dike."    * Yakup Albur ê ku ji dayikbûna xwe ve çavên wî nabîne di nava 6 salan de fêrî jenandina gîtar, tenbûr û piyanoyê bû. Tenê xeyala Albur ew e ku rojekê bibe mamosteyê muzîkê.   * Parêzera ÇHD'î Meral Hanbayat ku di nava rêxistinên hiqûqî yên serî li Konseya Ewropayê dan cih girt, diyar kir ku divê Tirkiye ji bo "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan demildest rêgezên hiqûqî pêk bîne.   * Elîf Gemîcîoglûyê diyar kir ku rewşa bavê wê Abdurrahman Gemîcioglû yê ku tevî nexweşiya xwe ya giran di girtîgehê de ye di asteke krîtîk de ye û got: “Divê ATK demildest raporê amade bike. Ez difikirim ku ATK'ê bi zanebûnî raporê bi derengî xistiye."   * Li Wanê şofêrên mînîbus û taksiyan diyar kirin ku ji ber zêdebûna bihayê sotemeniyê û lêçûnên li pîşesazî zêde bûne nikarin bixebitin û gotin ku heta pergal neyê guhertin dê tu pêşketin çênebe.   * Li Amedê welatiyan diyar kir ku ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin û gotin: “Budçeya gel ji bo şer tê veqetandin. Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe."    * Ji Komîsyona Rapirsîna Cînayeta Narîn Guran a Baroya Amedê parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku îdianame awayê qewimîna bûyerê, piştperdeya wê û ji tespîtkirina faîl dûr e û got ku ji bo tespîtkirina faîlên rast dê dozê bişopînin.    * Di êrişa 14’ê hezîrana 2018’an a li Pirsûs a Rihayê de ji malbatên Şenyaşar û Yildiz de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi beşdariya siyasetmedar Ahmet Turk û Sirri Sureyya Onder dê li Baxçeyê Milletê di navbera malbatên Şenyaşar û Yildiz de xwarinê silhê bê dayin. (14.00)    * Bi beşdariya rojnameger-nivîskar Ayşe Duzkan, Ercument Akdenîz û siyasetmedar Sebahat Tuncel dê di çarçoveya Mîhrîcanan Gel a Sarigaziyê de li Navenda Çandê ya Genco Erkal têkildarî rojevên heyî panel bê lidarxistin. (15.00)