Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne 2024-10-27 09:02:06   ŞIRNEX - Yakup Albur ê ku ji dayikbûna xwe ve çavên wî nabîne di nava 6 salan de fêrî jenandina gîtar, tenbûr û piyanoyê bû. Tenê xeyala Albur ew e ku rojekê bibe mamosteyê muzîkê.   Yakup Albur ê 19 salî ku li bajarokê Tilqebînê yê navçeya Silopiya ya Şirnexê dijî, ji dayikbûna xwe ve nabîn e. Albur ê  ku bi hestên xwe dinyayê dibîne û lê dinêre, 6 sal in bi muzîkê re mijûl dibe. Albur di nava 6 salan de fêrî jenandina tenbûr, gîtar, piyano û klavyeyê bû. Albur  niha li Navenda Ziman û Çandê ya Ayşe Şanê ya ku di bin banê Şaredariya Silopiya de hatiye vekirin de dersên muzîkê werdigire. Xeyala wî ew e ku rojekî bibe mamosteyê gîtar û piyanoyê.    'JIYANA MIN MÛZÎK E'   Albur tevî ku nabîne jî bi hêsanî li amûrên muzîkê yên ku gelek kes nikarin bikar bîne û dijenîne û bi stranên ku dibêje bala derdorê dikişîne ser xwe. Albur wiha hezkirina xwe ya mûzîkê vedibêje: "Ev 6 sal in ez bi muzîkê re mijûl dibim. 3 mehan min kursa gîtarê dît. Heke mirov hiş û dilê xwe bixe nav tiştekî û pir bixwaze, ew ê teqez bi ser bikeve. Ez jî bi hestan fêrî lêdana van enstrumanan bûm, di dersa xwe ya yekem de, min karîbû stranekê bistirêm û lê amûrê bixim. Dixwazim di amûrên wek gîtar, piyano, tenbûr û klavyeyê de xwe bêtir pêş bixim. Hê ez pir biçûk bûm, keça meta min diçû kursa gîtarê û car caran ji me re jî lêdida. Dema wê li gîtarê dida pir bala min kişand û min jî xwest fêrî gîtarê bibim."   'MIROV BI BAWERIYÊ DIGIHÎJE RASTIYÊ'   Albur bi lêv kir ku ew jiyaneke bêyî mûzîk nikarê xeyal bike û wiha got: "Xeyala min a herî mezin ew ê ku ez rojeke dersên gitar û piyanoyê bidim. Ji bo min muzîk jiyan bi xwe ye. Li gorî min mirov bi muzîkê dikarê bigehejê evîn û hezkirina rast. Ez bêyî muzîkê nikarim bijîm. Heke muzîk nebe nikarim bijîm. Li malê jî her tim tenbûr û gîtarê lê didim û stranan dibêjim."   'EZ Ê TU CAR DEV JÊ BERNEDIM'   Albur tevî hemû zehmetiyên jiyanê û astengiyê jî dev ji ji mûzîkê bernade û daxwaz dike ku her kes li pey xeyalê xwe bimêşe û vê bangê li ciwanan dike: "Ez dema ku diçim dewatan jî lê didim û stranan dibêjim. Yên derdorê jî gelek kêfxweş dibin. Matmayî dimînin ku ez çawa wan estûrmanan lê didim. Ez dikarim rojê 24 seatan li tenbûrê û gîtarê bidim û stranan bêjim. Qet nawestim. Banga min li ciwanan heye ku tu caran dev ji xeyal û daxwazên xwe bernedin. Çi dibe bila bibe heke di dilê wan de xwestekeke biçûk jî hebe bila xwedî li wê xwesteke derbikevin. Kî bixwazê fêrî muzîkê bibe dikarê were li vir hîn bibe. Muzîk rihê mirovî zindî dike ji ber wê bila civanên me berê xwe bidin muzîkê."   MA / Mahmut Altintaş