16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike 2024-10-27 09:03:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Îbrahîm Êzidî diyar kir ku dewleta tirk 16 caran êriş biriye ser Şengalê û got: "Hêzên navneteweyî ku xwe wekî parêzvaniya mafên mirovan dibîne, li ber van sûcên şer bêdeng dibîne. Dewleta tirk li Şengalê û li Rojava jî sûcên şer dike."  Dewleta tirk piştî çalakiya li dijî navenda TUSAŞ’ê ya li navçeya Kahramankazan a Enqereyê, êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Herêma Federal a Kurdistanê, Şengalê kir. Di êrişên bi SÎHA, topan û balafirên şer de nanpêj, nexweşxane, binesazî bûn armanc. Dewleta tirk li Şengalê bi balafirên şer û SÎHA’yan 16 caran êrişî herêman kir. Di êrişan de Navenda Şengalê, Çil Mêra û Amûd, Sikêniyê, Girê Şehîd Sîpan, Taxa Hey Nasirê, Sîba Şêx Xidir, Xeta Ereban û Geliyê Şiloyê hate bombabarankirin. Di êrişan de 6 endamên YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dan û 4 şervan jî birîndar bûn. Her wiha dayikek û zarokê wê jî di êrişan de birîndar bûn.    Rojnamevan Îbrahîm Êzidî yê li Şengalê rojnamevaniyê dike têkildarî êrişên li ser Şengalê ji ajansa me re axivî.    'DI SALVEGERA PÊNGAVÊ DE ÊRIŞ HATIN KIRIN'    Êzidî diyar kir ku êriş di salvegera pêngava hemleya "Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî" nerasthatinek bû û got ku dewleta tirk êrişên xwe derbasî qonaxeke nû kir û wiha got: "Li Şengalê di 22'ê Cotmehê de civaka Êzidî û Ereb di bin siwana Rêveberiya Xweser de cihê xwe digrin, bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew derbasî sala duyemîn a pêngava 'Ji rêber Apo re Azadî, ji Şengalê re xweserî' dibin û biryara bilndkirina têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Ocalan û Şengaleke azad dan. Di nava sala derbas bûyî de di çarçoveya vê pêngavê de gelek xebatên girîng ji bo xweseriya Şengalê hatin meşandin û pergala neteweya demorkatîk êdî ji Şengalê xwe berda deşta Mûsil û  heya Bexdayê. Ji bo ku ev pergal bê rûniştandin û li tevahiya Iraqê belav bibe hewledanên cidî hatin kirin. Kasayet, çalakvan û siyasetmedarên Iraqê bi erênî pêşwaziya vê pergalê kirin."   'IRAQ LI DIJÎ ÊRIŞAN BÊDENG E'   Êzidî anî ziman ku yek herêmên ku dewleta tirk ji xwe re weke xetere dibine jî Şengal e û got ku li dijî êrişan bêdengiya Iraqê nayê qebûlkirin û wiha domand: "Di salvegera vê pêngavê de dewleta  tirk ji bo rê li ber têkoşîna ji bo Şengala xweser û azad bigire û taybet kesên ji koçberiyê vegeriyan e ji sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser dûr bixin dest bi êrişan kir. Êrişên dewleta tirk ne tenê bi balefiran bi provakasyonan û şerê taybet li ser civaka Şengalê dewam dikin. Lê 24 û 25'ê Cotmehê ev êrişên bi balafiran derbasî qonaxekî nû bûn. Tirkiyê û hevalbendên wê pêşketinên Rêveberiya Xweser a Şengalê di aliyê rêxistinî, leşkerî de ji  xwe re weke xeternak dibînin. Ji ber ku dibe cara yekemîn be ku di nava sîstema Iraqê de civakek ji derveyî hebûna hêz û îdareyên dewletê xwe diparêze û birêve dibe. Dema gel xwe bi rê ve bibe tu hewcedariya wan bi dewletê namîne û bi îradeya xwe, xwe bi rê ve dibin û diparêzin. Bi vê pergalê êdî gel ji bin serweriya pergala dewletan derdikeve. Ji bo ku ev sîstema li Şengalê li tevahiya Iraqê bela nebe, Iraq xwe li dijî êrişên dewleta tirk bêdeng dike."   'SUCÊ ŞER DIKE'   Êzidî bi lêv kir ku dewleta tirk bi van êrişan "sûcên şer dike" û wiha axivî: "Dixwazin ku Rêveberiya Xweser a Şengalê  hilweş e. Dixwazin ku rêveberiya civaka êzidî xwe radestî qanûnên ku beriya fermanê li ser civakê didan meşandin bikin û carekî din van qanûnan bikin meriyetê. Bi awayekî li gorî berjewendiyên xwe, nasnameya çandî û dîrokî ya êzidiyan ji holê rakin û hêza leşkerî ya ku Şengal û gelê Şengalê diparêze ji hev bixin û her tim êzidiyan di nava êrişan de bihêlin. Em dijminê tirk sûcdar nakin, lê em hêzên navneteweyî ku xwe wekî parêzvanê mafên mirovan dibîne, sûcdar dikin, ji ber ku dewleta tirk ne tenê li Şengalê li ser Rojava jî sûcên şer  û sûcên dijî pîvanên mirovahiyê dike. Bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya hevkariya wan di plan û kiryaran de ye. Hikumeta Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê bi bêdengiya xwe nîşan didin ku ew piştgiriya plan û êrişên li ser Şengalê dikin."    'CIVAKA ÊZIDÎ Û EREB XWEDÎ HELWEST IN'   Êzidî da zanîn ku PDK xaka Herêma Kurdistanê firotiye Tirkiyeyê û dixwaze li Şengalê jî heman tiştî bike û got: "Başûrê Kurdistanê taybet PDK'ê ku gelek ji axa Başûr radestî dewleta Tirk ya dagirker kiriya, dixwaze heman tiştî li Şengalê jî bike, ji ber wê bi hemû hêza xwe di aliyê îstixbaratî de  bi dewleta tirk re kar dike û hevkarê wan e. Ev yek beriya niha gelek caran bi belgeyan bi raya giştî re hatiya parvekirin. Lê li hemberî van êrişan civak êzidî û ereb xwedî helwest in û di meş û çalakiyên de peyamên zelal didin û dibêjin wê tu hêz nikaribe pêşiya têkoşîna Şengala xweser bigire."