‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike' 2024-10-27 09:30:46   STENBOL - Parêzera ÇHD'î Meral Hanbayat ku di nava rêxistinên hiqûqî yên serî li Konseya Ewropayê dan cih girt, diyar kir ku divê Tirkiye ji bo "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan demildest sererastkirinên hiqûqî bike.   Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dı 2014'an de biryar da ku cezayê muebbedê yê giran ê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû birîn, li dijî xala 3'yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye ku îşkenceyê qedexe dike. DMME’yê biryar da ku “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan bê misogerkirin, lê çendî 10 sal derbas bûne jî tu sereratskirineke hiqûqî nehatiye çêkirin. Li ser vê yekê, saziyên maf û hiqûqê, di warê pêkanîna û nepêkanîna biryaran de der barê Tirkiyeyê de agahî dan Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE).    Komîteyê di civîna xwe ya di navbera 17-19'ê Îlonê de biryara binpêkirina DMME'yê nirxand û ji Tirkiyeyê re ragihand ku bêyî dereng bikeve tedbîrên pêwîst bigire. Komîteyê heta Îlona 2025’an muhlet da Tirkiyeyê ku gavên pêwîst bavêje û hişyarî da ew cara yekem biryara demkî dide. "Mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan di çarçoveya gengeşeyên siyasî yên li ser çareseriya pirsgirêka kurd de dîsa ket rojevê.   Ji rêxistinên hiqûqî yên serî li KOnseya Ewropayê dan yek jê jî Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ye. Endama ÇHD'ê Parêzer Meral Hanbayatê mijarê de nirxand.    Hanbayatê diyar kir ku li Tirkiyeyê cezayê muebbetê yê giran tê wateya mayina di girtîgehê de ya heta mirinê û der barê çarçoveya wê de jî wiha got: “Mehkûmên bi sûcên li dijî destûra bingehîn, sûcên li dijî ewlehiya dewletê û sûcên li dijî parastina neteweyî, cezayên giran dixwin, li gor xala 17'emîn a Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê, xala 25'emîn a Qanûna Înfazê û xala 107'emîn a Qanûna Înfazê û xala 47'emîn a Qanûna Ceza ya Tirk heya mirinê di girtîgehêd e dimînin. Bi tu awayî sûdê ji derfetên taloqkirina înfazê nagirin."    REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ   Hanbayatê îşaret bi raporên "nikare li girtîgehê bimîne" ya ji aliyê Saziya Tipa Edlî (ATK) ve tên dayîn jî kir ku girtiyên nexweş ên cezayê heta hetayê yê giran digirin jî bi hinceta vê xalê nayên berdan. Hanbayatê got: "Ji ber vê yekê ji bo girtiyên ku ji ber nexweşiyê nikarin cezayê xwe di girtîgehê de bidomînin jî, bi tu awayî înfaza cezayên heta hetayê yên girankirî nayê rawestandin."   BIRYARÊN TÊKILDAR ÊN DMME'YÊ   Henbayatê der barê "mafê hêviyê" de jî ev tişt gotin: "Mafê hêviyê di rastiyê de mafek e ku hêviya girtî an jî mehkûm ku rojekê were berdan, û bigihîje azadiyê îfade dike. Ji ber vê yekê Tirkiye ji bo biryara DMME'yê ya 2014’an a der barê Abdullah Ocalan de, biryara Vînter a Qiraliyeta Yekbûyî de û biryara der barê Gurban, Kaytan û herî dawî jî Boltan de hineke îçtihad berpêş kirin. A rast di çarçoveya van îçtîhadan de vê tiştê dibêje: He rgirtî divê xwedî derfeta berdanê be."    BIRYARÊN LI HEMBERÎ TIRKIYEYÊ   Henbayatê bal kişand ser wê yekê ku ger cezayê muebbedê yê giran li kesekî bê birîn jî divê şert û mercên înfazê mirovî bin û got ku naveroka biryarên DMME'yê yên li dijî Tirkiyeyê di vê çarçoveyê de ne. Hanbayatê got: "Yanî di van biryaran de tê gotin ku înfaza heta mirinê ya bêyî 'mafê hêviyê' binpêkirina qedexeya îşkence û muameleya xerab a di xala 3'emîn a DMME'yê de ye."    ‘JI BO MAFÊ HÊVIYÊ SERERASTKIRIN DIVÊ'   Hanbayatê anî ziman ku biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya der barê Abdullah Ocalan de ji sala 2021’ê ve ji aliyê Komîteyê ve hatiye rojevê û got ku ji bo rakirina vê binpêkirinê divê sererastkirinên hiqûqî bên kirin. Hanbayatê anî ziman ku diviyabû Tirkiye di van 10 salên dawî de van gavan biavêta û got ku di vê mijarê de ew wekî parêzer têdikoşin. Hanbayatê got: "Ez hêvî dikim ku di vê mijarê de demildest sererastkirinên qanûnî bên kirin."   Henbayat der barê guhertinên qanûnî yên ku divê bên kirin de wiha got: “Pêwîst e xala 25’an a Qanûna Înfazê ya ku dibêje bi tu şert û mercî înfazên cezayên heta hetayê yên giran nayên rawestandin, bê rakirin. Dîsa di çarçoveya Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê (TMK) de tê gotin ku 'Ji ber sûcên ku di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de hatine kirin, kes nikare sûdê ji serbestberdana bi şertî wergire.' Hem di Qanûna Înfazê de, hem jî di TMK’ê de û hem jî di Qanûna Cezayê ya Tirk de, divê ev qanûnên tecrîdê yên tund ên li ser mehkûmên cezayê heta hetayê girtine bên rakirin.”   Hanbayat diyar kir ku li Tirkiyeyê nêzî 4 hezar kes bi cezayê muebbedê yên giran tên mehkûmkirin.