Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye 2024-10-27 09:50:39   WAN - Elîf Gemîcîoglûyê diyar kir ku rewşa bavê wê Abdurrahman Gemîcioglû yê ku tevî nexweşiya xwe ya giran di girtîgehê de ye di asteke krîtîk de ye û got: “Divê ATK demildest raporê amade bike. Ez difikirim ku ATK'ê bi zanebûnî raporê bi derengî xistiye."   Piştî ku 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê yê li Abdurrahman Gemicioglû yê 67 salî hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, tevî nexweşiya wî ya giran jî, di 3'ê Cotmehê de li Colemêrgê hat girtin. Bi Gemicioğlû re gelek nexweşiyên wekî pençeşêra kolon, prostat û dil heye.  Gemîcîoglû ji roja ku hatiye girtin û ew birine Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, hema bêje her roj wî radikin nexweşxaneyê. Gemîciogluyê ku êvara 25'ê Cotmehê nexweş ketibû û ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê,  3 roj in tê li beşa lênihêrînê dermankirina wî didome.   ‘GELEK NEXWEŞÎNÊN NAVÊ MIN HENE'   Keça girtiyê nexweşGemîcîoglû Elîf Gemîcîoglûyê diyar kir ku temenê bavê wê yê rast 76 salî ye û xwest ku testa hestiyan bê kirin. Gemîcîoglûyê anî ziman ku bavê wê di sala 2012'an de li navçeya Gever a Colemêrgê di bin navê operasyonên KCK'ê de hatiye girtin û got: "Bavê min piştî nêzî 2 salan di girtîgehê de ma, bi kontrola edlî de hat berdan. Nêzîkî du sal berê teşhîsa pençeşêra kolonê hat danîn. Piştî emeliyata bavê min demeke dirêj roviyên wî li derve mabûn. Piştî ku ew bi pençeşêrê ket, em tim di rêya nexweşxaneyê de bûn. Gelek nexweşiyên wî yên wekî şekir, tansiyona demansê û dil hene. Ji ber ku di emeliyata xwe ya dawî de enfeksiyon girtiye rewşa wî giran bû û 2 rojan hat entubekirin. Rewşa bavê min niha di qonaxeke krîtîk de ye."   ‘DILÊ WÎ JI SEDÎ 15 DIXEBITE'   Gemîcîoglûyê bi bîr xist ku bavê wê 2 roj beriya binçavkirinê ji ber nexweşiya dil rakirine nexweşxaneyê û wiha got: "Bijîşk agahdar kir ku dilê bavê min ji sedî 20 dixebite. Piştî girtina wî ew rakirin nexweşxaneyê û vê carê bijîşkan got, 'Dilê wî ji sedî 10 û 15 dixebite.' Ji ber ku dilê wî têra xwe xwîn nagire, enfeksiyona xwînê du qat zêde bûye. Niha pişikên wî avê digirin."    Gemîcioglûyê got: “Dema bavê min birin, nekarî li ser lingan bisekine. Ji ber vê yekê pêşî ew di nav betaniyekê de pêçandî ji malê derxistin. Dû re ew bi sedeyeyê ve girê dan û xistin ambulansê. Bi rastî, me hêvî nedikir ku bavê min bi vî awayî bê girtin. Dema wergirtin gotin 'Dê dozger îmze bike em ê dîsa bînin'. Çawa dikarin nexweşekî wisa giran bigirin? Dema bavê min birin girtîgehê, rêveberiyê wî bi rewşa wî ya heyî qebûl nekir. Paşê ew rakirin nexweşxaneyê û dîsa anîn. Ji ber ku bavê min dema di rê de bû nexweş ket. Heta oksîjen jî dane wî. Bavê min 25 roj in girtî ye. Xetereya tenduristiyê ya metirsîdar li malê jî hebû. Lewma dest ji girtîgehê berdin, li malê jî metirsiya jiyana wî heye."    ‘SÛCDAR LI DERVE NE, YÊN BÊSÛC LI HUNDIR IN'   Gemîcioglûyê diyar kir ku bavê wê li girtîgehê nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û wiha got: “Li odeyeke 3 kesî dimîne. Milê girtiyekî şikestiye. Girtiyê din ê mayî divê hem li bavê min û hem jî li girtiyê ku milê wî şikestiye binêre. Bavê min di rewşeke wiha de ye ku nikaree rabe ser xwe. Kesek nikare li bavê min xwedî derkeve. Ez roja duşemê çûm cem wî, destên wî pir dilerizîn. Ji roja ku hatiye girtin û vir ve hema bêje her roj wî tînin nexweşxaneyê. Carinan rojê du caran wî radikin nexweşxaneyê. Ev delîleke eşkere ye ku kesekî tim sewqî nexweşxaneyê bê kirin, new kes nexweş e. Bavê min li şûna ku li nexweşxaneyê bê dermankirin di girtîgehê de ye. Gelek girtiyên nexweş ên mîna bavê min hene. Daxwaza me ew e ku demildest van girtiyên nexweş bên berdan. Ji bo bavê min deqîqeyek jî girîng e. Kesên jinana, zarokên nûçêbûyî û heynanan dikujin tên berdan, lê kesên ji bo zimanê xwe û doza xwe têdikoşin belesebeb girtî ne."    Gemîcîoglûyê bal kişand ser rapora ku dê ATK der barê bavê xwe de amade bike û got: “Bavê min 25 roj in di girtîgehê de ye. Divê ATK demildest rapora bavê min amade bike. Lêbelê rapor bi derengî tê xistin. Hefteyek berê digotin 'Rapor dê hefteyeke din derkeve', lê hêj rapor derneketiye. Ez difikirim ku ATK'ê bi zanebûnî rapor derengî dixe. Bi salan e di girtîgehê de pirsgirêka girtiyên nexweş heye. Ev pirsgirêk qet nehatin çareserkirin. Ev du roj in dîsa behsa pêvajoya aştiyê tê kirin. Ger samîmî bin, ev aştî bi berdana girtiyên nexweş dest pê dike. Divê hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li hemberî girtiyên nexweş hestiyar bin. Divê rewşa girtiyên nexweş xerab nebe. Bavê min ji niha û pê ve tedawî bibe jî, dê wekî berê tenduristiya xwe bi dest nexe. Eger di girtîgehê de bimire, dê ji bo vî welatî bibe lekeyeke reş.