Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e 2024-10-27 09:58:12   AMED - Ji Komîsyona Rapirsîna Cînayeta Narîn Guran a Baroya Amedê parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku îdianame awayê qewimîna bûyerê, piştperdeya wê û ji tespîtkirina faîl dûr e û got ku ji bo tespîtkirina faîlên rast dê dozê bişopînin.    Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû û cenazeyê wê di 8’ê îlonê di Rûbarê Egertutmaz ê kîlometreyek û nîv dûrî gund de hate dîtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianameya têkildarî cînayeta Narîn Guranê de amade kir û ji hêla 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve jî hate erêkirin. Di îdianameyê de ji bo apê Narîn Guranê yê bi navê Salîm Guran, dayika wê Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar ên girtî bi sûcê “Bi awayekî hevpar zarok bi qesdî kuştine” cezayê mubbeta girankirî hate xwestin. Danişîna ewil a dozê di 7’ê mijarê de ye.    ÇIMA GUMAN JI ŞEWATÊ NEBIRIN?   Dozgeriyê îdianameyeke bi 14 rûpelan amade kiriye lê nehatiye diyarkirin bê ka Narîn çawa hatiye kuştin. Dema bûyer di îdianameyê de tê vegotin, hat destnîşankirin ku 9 roj piştî bûyerê guman ji Salîm Guran hatine birin û ji kekê wê Enes Guran ê weke faîl tê diyarkirin jî 5 roj pişt re cihê leqdana destê wî hatiye ferqkirin. Têkildarî şewata di 24’ê tebaxê de ya li gnd jî wiha hatiye gotin: “ (…), ‘Li herêmê kesên ji malbata Guran hene û dema li şert û mercên hewayî tê nihêrtin, mimkin nîne ku heta mudaxileyeke derve çênebe li wir şewat derkeve (...)” Her çend ev îfadeye hebin jî nehate gotin bê ka derheqê şewatê de raporek hatiye amadekirin an na.    Di îdianameyê de hate gotin ku 9 rojan telefonên malbatê nehatine desteserkirin. Hat diyarkirin ku di 30’ê tebaxê de telefonên endamên malbatê hatine desteserkirin, profîla DNA ya Narînê jî di 31’ê tebaxê de piştî bi yên dayik û bavê wê re dane berhev hatiye girtin. Di îdianameyê de hate destnîşankirin ku 9 roj piştî bûyerê guman ji mam Salîm Guran hatine birin û piştre di wesayîta wî de lêgerîn hatiye kirin, di 30’ê tebaxê de mînakên DNA’yê yên Narînê ji hêla Laboratuara Cendirmeyan a Wanê ve hatine tespîtkirin û piştre ji bo Salîm Guran biryara binçavkirinê hatiye dayin.    LI RÛBARÊ EGERTUTMAZÊ GUMAN    Hat diyarkirin ku piştî girtina mam Guran, di 4’ê îlonê de di 13 gorên gund de lêgerîn hate kirin. Lê belê nehate vegotin bê ka ev lêgerîn çima hate kirin, bi arastekirina endamên malbatê hate kirin an na ev yek di îdianameyê de nehate vegotin. Di heman demê de di îdianameyê de nehate gotin bê ka komên lêgerîn-rizgarkirinê çima di 8’ê îlonê de cara duyemîn di Rûbarê Egertutmazê de lêgerîn kirin û Narîn çima nehate dîtin.    Bi domdarî di îdianameyê de hate destnîşankirin ku piştî dîtina Narînê, di navbera endamên malbatê de nîqaş derketiye. Xebatên lêgerînê yên di nava 19 rojan de li ser îfadeyên endamên malbatê hatin meşandin û piştî dîtina cenazeyê Narînê, biryar hate dayin ku dîmenên kamereyan ên piştî dîtina cenazeyê nehatibûn lêkolînkirin, bên lêkolînkirin. Di hûrgiliya îfadeyê de wiha tê gotin: “ (…) Di 21’ê tebaxê saet derdora 15:44:43’yan de wesayîteke biguman tê gund, wesayît saet derdora 15:44:43’yan li ser rêya axê ya li nêzî Rûbarê Egertutmazê disekine, li gorî saeta kamerayê 38 deqe û 11 saniyeyan piştre ji derdora Rûbarê Egertutmazê diçe.” Hat gotin ku hatiye tespîtkirin ku xwediyê wesayîtê Nevzat Bahtiyar e.    LÊKOLÎNA KRÎMÎNAL A JI BO XALÎÇEYAN DERENG HATE KIRIN    Hat tespîtkirin ku li gorî rapora Laboratuara Krîmînal a Cendirmeyan a Wanê ya di 16’ê îlonê de, mînakên axê yên di wesayîtên Salîm Guran û Nevzat Bahtiyar dişibin hev. Di tevahiya 19 rojan de biqasî tê xwestin lêkolîn û lêgerîn li gund nehate kirin û îxtîmala ku dibe li malê hatibe kuştin jî 11 roj piştî dîtina cenazeyê hate kirin. Lê belê ji mînakên xalîçe û hwd. ên li mala Narînê jî tu tişt nehatin bidestxistin.    GOTINÊN ENSARÎOGLÛ NEHATIN LÊKOLÎNKIRIN    Dema şêweyê qewimîna bûyerê di îdianameyê de dihat vegotin, eşkere dibe ku di xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de gelek kêmasî hatine kirin û van jî rê li ber gumanan vekir. Balkêş e ku di îdianameyê de têkildarî gotinên Galîp Ensarîoglû ku digot; “Carnan hinek tiştên mirov dizane lê divê mirov nebêje hene. Malbat, dostên me ne. Em naxwazin tiştên ku dê wan jî gelek xemgîn bike bibêjin.” tu lêkolîn an jî lêpirsîn cih negirtin.    Endamê Komîsyona Rapirsîna Cînayeta Narîn Guran a Baroya Amedê parêzer Mehdî Ozdemîr, têkildarî îdianameyê ji ajansa me re axivî.    ‘BI ZANEBÛN DELÎL DAN WINDAKIRIN’    Ozdemîr, da zanîn ku di dema lêpirsîna piştî windabûna Narînê bi sedema qetilkirin û windakirinê hatiye destpêkirin de gelek delîl hatine windakirin. Ozdemîr, diyar kir ku awayê qewimîna bûyerê, piştperdeya wê û faîlê esasî di îdianameyê de cih negirtine û ji tespîtkirina faîlê rasteqîn pir dûr e. Ozdemîr, anî ziman ku di bûyerên windabûnê de her çend ji ewil guman li ser nebin jî di çarçoveya tevdîran de divê malbat tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nebe. Ozdemîr, wiha domand: “Divê pir bi baldarî nêzî agahiyan bibin. Lê dema em li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yê li vir hatine desptêkirin dinihêrin, dibînin ku Salîm Guran, dayika wê, biraê wê û hemû endamên malbatê yên li gund bi giştî tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bûne. Tenê tev li nebûne, dibînin ku ji hêla arastekirinê ve jî agahî dane. Di dema xebatên lêgerînê de ji hêla cih û dem ve agahiyên xelet bi hêzên ewlekariyê re parve kirine, lewma jî hewl dane xebatên lêgerînê bêencam bihêlin. Di pêvajoya lêpirsînê de di bûyera windakirina delîlan de xemsarî hene. Em dibînin ku faîlên esas ên Narînê, şêweyê qetilkirina wê û di lêpirsîna têkildarî bûyerê de tê dîtin ku hêzên ewlekariyê sersar tevgeriyane. Di nava 19 rojan de xerabiyeke rêxistinkirî hatiye kirin û tevahiya delîlan bi zanebûn hatine tunekirin.”    ‘BI VÊ DARIZANDINÊ FAÎLÊN RAST NAYÊN DÎTIN’    Ozdemîr, bal kişand ser kêmasiyên ji roja Narîn winda bûyî heta roja dîtina wê û wiha got: “Beriya cenazeyê Narînê were dîtin, hêzên ewlekariyê jê haydar bûn ku hatiye qetilkirin. Di qonaxa piştre de derbasî pêvajoya komkirina delîlan û ji bo tespîtkirina gumanbarên ku dibe faîl bin. Diviyabû delîl û tespîtkirina gumanbaran ji roja ewil ve bihatina kirin. Diviyabû tevahiya xemsariyên ku pêvajoya lêpirsînê têk bibin ji holê bihatina rakirin. Lê belê ji bo diyar nebe ka faîlê esasî yê Narînê kî ye, şêweyê kuştina wê, kesê/a ew kuştî, rêbaza kuştina wê an jî sedema kuştina wê diyar nebin, bi zanebûn delîl hatine tunekirin. Divê ev pêvajoya darazê, bi sûcê ‘li dijî zarokeke ku nikare xwe biparêze bi awayekî komî sûcê kuştinê kirine’ bên darizandin. Lê belê li vir pozîsyona faîlê muşterek heye lê pêvajoyeke ji tespîtkirina faîl dûr heye.”    DÊ BAV GURAN WEKE GILÎKER TÊ DE CIH BIGIRE    Ozdemîr, da zanîn ku bi pêvajoya dozê re 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryar da ku bav Arîf Guran weke gilîker were qeydkirin. Ozdemîr, wiha domand: “Roja bûyer qewimî, Arîf Guran li Êlihê bû. Li derveyî bajar bû lê piştî dîtina cenazeyê Narînê, li gel ku bûyer raste rast dizanî jî agahiyên pêwîst nedan meqamên lêpirsînê. Her wiha di mijara veşartina delîlan, tunekirina wan û windakirina wan de derheqê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di mijara qetilkirina Narînê de kiryareke wî ya yekser tune ye lê di mijara windakirina delîlan de rol û berpirsyartiya wî heye. Lewma jî cihgirtina wî ya di dozê de weke gilîker, dijî hiqûqê ye. Li gorî me ev yek dê ji bo tespîtkirina faîlê Narînê bibe astengiyeke mezin.”    ‘DARIZANDINEKE JI TESPÎTKIRINÊ DÛR E’    Ozdemîr, daxuyand ku tevahiya delîlên derheqê mirina Narînê de ji hêla endamên malbatê û gumanbarên di dosyayê de cih digirin ve hatine tunekirin. Ozdemîr, wiha got: “Bi vê pêvajoya darizandinê re dê faîl neyê tespîtkirin, ji vê dûr e.”    SERLÊDANA SÛC   Ozdemîr, da zanîn ku wan derheqê hêzên ewlekariyê yên di pêvajoya 19 rojên lêgerînê de pêşî li tespîtkirina faîlan girtin, yên peywirên xwe pêk ne anîn û pêvajoya lêpirsînê astengkirin de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kirine. Ozdemîr, wiha bi dawî kir: “Em pêvajoya lêpirsînê dişopînin. Danişîna ewil a dozê dê di 7’ê mijdarê de bê lidarxistin. Li gel danişîna ewil a 4 bersûc jê girtî ne, her wiha 8 kesên din jî girtî ne. Pêvajoya lêkolînê didome. Meqamên lêpirsînê ji niha û şûnde jî dikarin gelek gumanbaran tespît bikin. Em ê tev li danişîna di 7’ê mijdarê de bibin. Ji bo faîl bên tespîtkirin û cezayên herî giran lê bên birîn, em ê pêvajoya darizandinê ji nêz ve bişopînin.”    MA / Rûkiye Adiguzel