Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne 2024-10-27 10:52:46   STENBOL - Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Feray Mertoglû bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: “Li rexekî dibêjin aştî li rexa din jî sivîlan qetil dikin û nexweşxaneyan bombebaran dikin. Pêvajoyeke durû tê meşandin. Divê her kes dengê xwe derxîne.”    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Di êrişên heta niha de 17 kes hatin qetilkirin û 48 kes jî birîndar bûn. Li gorî bîlançoya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewleta tirk bi balafirên şer û topan 685 êriş pêk anîn.    Nûnerên jin ên partiyên sosyalîst bertek nîşanî êrişan dan.    ‘ÎKTÎDAR DURÛTIYÊ DIKE’   Endama Lijneya Rêveber a Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Fatma Înce dewleta tirk bi hinceta çalakiya li Enqereyê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û ev tişt anî ziman: “Îktîdar, êrişên li Filistînê şermezar dike lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîlan qetil dike. Ev durûtî ye. Bombebarankirina cihên gel û nexweşxaneyan nayê qebûlkirin. Daxwaza me aştiyeke birûmet e û ji bo vê divê gavên şênber bên avêtin. Bi pêvajoya bi silavdayina Bahçelî dest pê kirî re em nizanin îktîdar amadekariyeke çawa dike. Hewl didin hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê û Tevgera Azadiyê ya Kurd ji hev parçe bikin. Weke SODAP’ê em ji Tevgera Azadiyê ya Kurd bibawerin. Em dixwazin di aştiyeke birûmet de xwedî roleke çalak bin. Aştî ji bo hemû gelên Tirkiyeyê pêwîst e. Ji ber êşa krîza heyî kedkar û karker dikişînin. Divê em ji bo vê bi hev re têbikoşin.”    ‘TÊKOŞÎNA HEVPAR A GELAN DIKARE RÊ LI BER BIGIRE’    Înce, diyar kir ku hemû hevsengiyên li Rojhilata Navîn serûbin bûne û wiha pê de çû: “Her aktorek dixwaze ji xwe re cih bigire. Ev şerê hêzên emperyalîst dane desptêkirin, ne ji bo xêra gelan e. Êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî eleqeya xwe bi vê ve heye. Dixwazin Tevgera Azadiyê ya Kurd zeîf bikin. Ji bo pêşîlêgirtina van êrişan divê gelên me têkoşîneke hevpar bimeşînin. Ji bo daxwaz û gavên şênber divê hêzên sosyalîst jî bikevin nava hewldanên mezin. Divê em bi hev re têkoşînê mezin bikin.”   BERXWEDÊRÎYA GELÊ KURD A LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ    Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Gamze Taşçi jî têkildarî nîqaşên ser pirsgirêka kurd ên di demên dawî de û ev tişt anî ziman: “Îktîdara siyasî û mekanîzmayên dewletê hewl didin berxwedêriya gelê kurd a li dijî mêtingeriyê qels bikin. Bi vî awayî tev li şerê herêmî dibe. Naxwazin dînamîkên şoreşger ên Kurdistanê li pêşiya wan bibin astengî. Ev pêvajo lewma dan destpêkirin. Divê rewatiya têkoşîna gelê kurd a li dijî polîtîkayên şer ên dewletê bêhtir were vegotin. Gelê kurd çawa bixwaze dê qedera xwe bi xwe wisa diyar bike. Em sosyalîst dê her tim bi vî mafê gelê kurd re bin. Di vê mijarê de çi pêvajo bên destpêkirin jî dê ev bi saya rêbertiya gelê kurd û tevgera azadiyê ya kurd pêş bikevin. Weke sosyalîstan em jî dê piştgiriya xwe ya enternasyonalîst bidomînin.”    Taşçi, ji bo êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî wiha got: “Balkêş e tavilê piştî nîqaşên pêvajoya nû dest bi êrişkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Ev demekî dirêj e hewl didin hesaba têkbirina DAIŞ’ê bipirsin. Vê yekê eleqeya xwe bi polîtîkayên ewlehiyê û yên şerê li hundir re nîne. Ji ber ku li aliyekê hewl dide bi şer û pevçûnan li dijî şoreşgerên kurd suîqestan bike, li hêla din jî sivîlan dikuje. Dixwazin li her çar parçeyan têkoşîna azadiyê ya kurdan dorpêç bikin. Ev êriş, parçeyeke ‘Plana têkbirinê ye’ Muxatabê sereke yê çareseriya pirsgirêka kurd, Abdullah Ocalan e. Li gorî me, daxwazên gelê kurd dikare li gorî tesawûra wî bên çareserkirin. Hêza xwe ji tecrûbeya xwe ya şoreşgerî, piştgiriya gelê kurd û tevgera bûyî gel digire.”    ‘SIVÎL TÊN KUŞTIN’   Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû jî têkildarî geşedanên dawî ev nirxandin kir: “Balkêş e ku Bahçelî têkildarî pirsgirêka kurd diaxive. Lewma divê mirov hişyarî nêz bibe. Li rexekî ji bo pêvajoya qala gavan tê kirin li rexa din jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîlan dikujin. Ev yek nakokî ye. Hinek pêşgavên pêvajoyên aştî û çareseriyê hene. Lê tu pêşşert neketin meriyetê. Li rexekî siyasetmedarên kurd girtî ne, girtin didomin, operasyon didomin. Xuyaye ku burokratan tu amadekarî nekirine. Ji ewil divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û her kes li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê xwe derxîne. Li rexekê ji bo zarokên Filistînê digirîn lê li rexa din ji bo qetilkirina zarokan û bombebarankirina nexweşxaneyan dengê xwe nakin. Ev yek nîşan dide ku pêvajoyeke durû dimeşînin. Li gorî vê divê her kes dengê xwe derxîne.”    MA / Esra Solîn Dal