Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be 2024-10-27 10:56:12 WAN- Li Wanê şofêrên mînîbus û taksiyan diyar kirin ku ji ber zêdebûna bihayê sotemeniyê û lêçûnên li pîşesazî zêde bûne nikarin bixebitin û gotin ku heta pergal neyê guhertin dê tu pêşketin çênebe. Krîza aborî roj bi roj li her derê xwe dide der. Çendî niha fiyetê Brent ê petrolê kêm bibe jî, fiyetê mazot û benzînê zêde dibe. Di 23'yê Cotmehê de sotemenî biha bû, lê şeva 26'ê Cotmehê bi qasî lîreyekê dîsa hat bihakirin. Li Wanê ajokarên mînîbus û texsiyan, gotin ku ji ber vê nikarin ji bin lêçûnan rabin.    Serokê Kooperatîfa Taxs,vanan a Wanê Hasan Sonmez diyar kir ku zêdebûneke herî biçûk a bihayê mazotê jî bandoreke mezin li wan dike. Sonmez anî ziman ku gel li hemberî bihayan serî hildaye, lê ji ber ku nikarin heqê keda xwe bistînin neçar mane ku bihayan zêde bikin. Sonmez bal kişand ser wê yekê ku roj bi roj lêçûnên zêde dibin û got ku ji ber rewşa heyî hin endamên me hewl didin xeta xwe ya texsiyê bifiroşin.    Serokê Rawestgeha Mînîbusê ya Yenîmahalleyê Veysel Yazlik bi bîr xist ku piştî du meh berê bihaya mazotê zêde bûye û got ku ger biha kêm bibin wê heqê rê jî kêm bibe. Yazlik destnîşan kir ku ew ji bêgavî fiyetan zêde dikin.    Ajokar Mazlûm Akkûrt diyar kir ku ji bo parçeyekî bi qebareya hesteyekî 5 hezar TL ye û got: “Ji ber mazotê heqê rê zêde dibe. Zêdekirin wisa bûye ku xelk êdî bertek nîşan nadin, ji ber ku her roj zêde dibin. Îro guherandina parçeya herî biçûk jî 5 hezar TL ye. Guhertina motora maşîneyê 120 hezar TL ye. Ewqas zêde bûne ku ev zêdebûn êdî bûye tiştekî normal. Sedema bilindbûnê pergal e. Eger pergal biguhere dê hêviyek çêbibe.   'HER MEH LÊÇÛN ZÊDE DIBIN'   Ji ajokaran Cahît Yakar jî diyar kir ku ew nikarin pereyan bi dest bixin û got diyar kir ku lêçûna wî her meh zêde dibe. Yakar wiha got: “Dahata me hezar be, lêçûna me 5 hezar e. Mazot, pîşesazî, sîgorte, lênêrîn û rewşên qezayê ji bo me dibe sedema lêçûnên zêde. Dema ku wesayît diçe pîşesaziyê, ez perçeyekî bi hezar lîreyî dikirim. Dema mirov karkeriyê lê bar bike, lêçûn zêde dibe. Gel êdî nikare bertek nîşanî zêdebûna bihayan bide. Ji ber ku hatina min têra lêçûnên min nake, ez ji cihekî deyn dikim û deynê xwe didim. Niha her kes deyndarê bankayan e. Lê heke rêveberî biguhere, dibe ku hin tişt biguherin."    ‘EM MESREFAN JI BÊRÎKA XWE DIDIN'   Ajokarê mînîbusê yê Rawestgeha Kampusê Orhan Çelenk jî ev tişt gotin: “Ez her meh 24 hezar TL kirê didim xwediyê wesayîtê. Dahateke me ya sabît tune û em neçar in ku lêçûnênxwe ji berîka xwe bidin. Par me balataya wesayîtê bi 400 TL'yî diguherand, lê îsal bûye hezar lîre. Par gaza xwezayî bi 1000 TL dihat, lê îsal wê du qat be. Bi heman awayî ceyran par 400 TL, îsal jî 800 TL bû. Zivistan tê û guherandina lastîkan 15 hezar TL ye. Her roj zem li ser zemê tê. Kesek vê yekê kontrol nake."