Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive 2024-10-27 11:21:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Iraqê dê têkildarî guherandina “Qanûna Statûya Şexsî” cara dawî bicive.  Parlamentoya Iraqê dê îro ji bo 6 pêşniyarqanûnan bicive. Ofîsa Ragihandinê ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku yek ji wan pêşniyarqanûnan jî “Qanûna Statûya Şexsî” ye. Parlamento dê îro cara sêyemîn û dawî li ser vê qanûna behsa xeberê bicive.    Li gorî çavdêr û çalakvanên mafên jinan, heke ev pêşniyarqanûne were qebûlkirin dê Iraqê di mijara mafên jinan de bi dehan salan paşve bixe.