Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin 2024-10-27 12:48:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî êrişên dewleta tirk da û got ku dê li dijî êrişan destkeftiyên gel biparêzin. Rêveberiya Xweser, got: “Dewleta tirk di 4 rojan de hezar û 31 caran êriş kir, 17 kes hatin qetilkirin û 65 kes jî birîndar bûn.”    Ji şeva 23’yê cotmehê heta niha dewleta tirk bênavber êrişî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişan daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya rêveberiyê ya li Reqayê bi zimanên kurdî û erebî hate dayîn.    ÊRIŞ ŞERMEZAR KIRIN   Hevseroka Meclisa Rêveber Evîn Siwêd daxuyaniya bi kurdî xwend. Di daxuyaniyê de êriş hatin şermezarkirin û hat bibîrxistin ku di nava 4 rojan de dewleta tirk li Cizîrê, Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê êrişên hewayî anîn ser binesazî û herêmên ku sivîl lê dijîn. Hat gotin ku komên wê yên paramîlîter jî êrişên bejahî pêk anîne, sivîl û şêniyên Efrînê ku neçarî koçberiyê bûne yên li herêmên Şehba û Şêxmeqsûd kirine hedef.   ‘ARMANCA ÊRIŞAN PÊŞÎLEGIRTINA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ YE’    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi van êrişên bêyî tu hincetên rewa têne kirin, tê xwestin rewşên aborî bi rêya hedefgirtina sazî û navendên xizmetguzeriyê û jiyanî bixin xeteriyê û wiha hate gotin: “Dixwazin bi vê yekê planên xwe yên li dijî gelê me pêk bînin, nexasim ev çend sal in em ji ber ambargoya dirêj zehmetiyan dibînin. Ev êriş xeteriyeke mezin li ser rewşa mirovahî, xizmetguzerî û civakî çêdike; dihêle ku şaneyên terorîst û çete sûdê ji van êrişan bigirin da ku xwe birêxistin bikin, êrişî herêmên me bikin. Ev êriş hewldanên avakirina aramiyê sînordar dikin û gefan li xebatên tunekirina terorê ku gel û hêzên me yên ewlekariyê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî dimeşînin, dikin.”   ENCAMÊN XETERNAK ÊN ÊRIŞAN HATIN RÊZKIRIN   Bi domdarî hate gotin ku heke êriş bidomin dê bi xwe re encamên xeternak derxîne û ev xeterî wiha hatin rêzkirin:   “* Derxistina karesteke mirovî û aborî.   * Gefên li dijî hewldanên tunekirina terorê.   * Ziyanên li ser hemû sektorên çandinî, pîşesazî, xizmetguzerî û firneyan. Ev sazî wê ji xizmetê derkevin.   * Gefan li jiyana 5 milyon şêniyên resen û koçberên li herêmên Rêveberiya Xweser bike.   * Gefan li xebatên destekdayîna aramiyê û pêşxistina çareseriya demokratîk li Sûriyê bike   * Gefan li girtîgehan dixe û xeteriyê çêdike, ev jî dê bihêle ku terorîst sûdê jê bigirin û ev jî dê bibe gefek li dijî tedbîrên parastina van deveran.”   BANGA JI BO KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ   Di daxuyaniyê de bang li hêzên Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya, hemû saziyên hiqûqî û mirovî hat kirin ku encamên van êrişan bibînin, rê li pêşiya wan bigirin, komîteyên lêpirsînê ava bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rêveberiya Xweser binpêkirina nirx û destkeftiyên gel red dike û dê parastina destkeftiyên gelê xwe û mafê parastina rewa bike.   BANGA YEKITIYÊ LI GELÊN HERÊMÊ KIRIN   Di daxuyaniyê de bang li li pêkhateyên herêmê hat kirin ku li derdora hêzên xwe yên leşkerî û ewlehî kom bibin, yekitî û hevgirtina xwe dewam bikin û hemû projeyên têkbirina îrade û projeya wan a demokratîk, bi bin bixin.   ENCAMÊN ÊRIŞAN   Di dawiya daxuyaniyê de encamên êrişên 4 rojan hatin dayîn û ev agahî hatin parvekirin: “Bi balafirên keşfê 118 caran, bi balafirên şer 20 caran, bi topên hawanan 893 caran û bi giştî hezar û 31 caran êriş hatin kirin. Di êrişan de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û 65 kes jî birîndar bûn. Stasyonên ceyranê yên bajar û herêmên kantonên Cizîr û Firatê hatin hedefgirtin û ji ber bombebarana artêşa tirk a dagirker zêdetirî 150 hezar malbat ji ceyranê bêpar man. Ji ber qutbûna ceyranê ava stasyonên avê qut bûye. Bombebaran bû sedem ku mazot negihêje navendên xizmetguzariyê yên weke firin û navendên din ên xizmetguzariyê û bû sedema kêmbûna ji madeya sotemeniyê.”