Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn 2024-10-27 13:28:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îsraîlê li nêzî biryargeha Mossadê kamyonekê li rawestgeha otobûsan xist û 6 jê giran 35 kes birîndar bûn.    Li bakurê bajarê Tel Avîvê ya Îsraîlê li herêma Glîlotê li nêzî biryargeha Mossadê kamyonekê li rawestgeha otobûsan xist. Li gorî daxuyaniya polîsên Îsraîlê, dema kamyonê rêwî paya dikir bi lez kete rawestgehê. Gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat ragihandin ku 6 jê giran 35 kes birîndar bûn. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.    Hat ragihandin ku ajokarê kamyonê li cihê bûyerê ji hêla “sivîlên biçek” ve hatiye kuştin. Çapemeniya Îsraîlê da zanîn ku piraniya kesên birîndar, kesên teqawid bûn ku ji bo muzeyê ji otobûsê paya dibûn.