Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e 2024-10-27 13:51:28   ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku sermuzakerevanê çareseriya pirsirêka kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Deriyên Îmraliyê vekin da ku birêz Ocalan fikrên xwe bi gel re parve bike.”    4’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li Odeya Endezyaran a girêdayî TMMOB’ê dest pê kir. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan jî tev li bû. Bakirhan, têkildarî kongreyê û geşedanên di rojevê de axivî.    Bakirhan, ji bo kongreyê serkeftin xwest û bal kişand ser têkoşîna hevpar. Bi domdarî Bakirhan da zanîn ku li Tirkiye û cîhanê krîzeke pergalî heye û pergala kapîtalîst nema dikare hebûna xwe bidomîne. Bakirhan, got ku pergal ji bo hebûna xwe bidomîne, li her çar aliyên cîhanê şeran derdixîne.    ÊRIŞÊN LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ    Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Tu feydeyê van êrişan ji bo kesekî nîne. Bombebarankirina nexweşxaneyan weke serkeftinê pêşkeş dikin. Em îktîdarê hişyar dikin; ev çareserî nîne. Em ne piştgiriyê didin pergala ku hêzên hegemon dixwazin ava bikin ne jî didin netewe dewletê. Mîna li Rojava, em li gel pergaleke ku hemû gel, jin tê de azad dijîn re ne. Ji bo mezinkirina vê xeyal û hêviyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    ‘DIVÊ RÊVEBER BIRYARÊ BIDIN’   Di berdewamê de Bakirhan wiha got: “Rêveberên AKP û MHP’ê her roj daxuyaniyan didin. Gelek sedemên navxweyî û derve hene. Ya herî girîng jî yekitî û têkoşîna me ye. Her wiha neçareserkirina pirsgirêka kurd û xitimîna di vê mijarê de ye. Sedema sereke pirsgirêka kurd e. Lewma jî rêya herî baş a xelasiya ji vê krîzê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e. Binêrin, pirsgirêka kurd heta niha 42 serokwezîr, û 13 serokkomar bi xwe re bir. Gelek burokratên din jî. Ya herî girîng jî 3 trîlyon dolar hatin pûçkirin. Vaye pereyê ku kedkar û bindest bikarin pê jiyaneke însanî derbas bikin, weke top û gule li ser serê kurdan barandin. Lewma jî li gorî me ya herî girîng ew e ku ev pirsgirêk êdî bi rêyên demokratîk, muzakere û guftûgoyê bê çareserkirin. Divê rêveberên welat êdî biryarekê bidin. An dê bi prangayan bikevin sedsala duyemîn a komarê yan jî bi komareke demokratîk. Divê kesên ev nîqaş dane destpêkirin êdî bersivekê bibînin û parve bikin.    ‘DÊ GEL BI SER KEVIN’   Em dibêjin divê têkiliyên kurd û tirkan ên dîrokî li ser bingeheke demokratîk be. Her ku kurd qezenc dike dê tirk jî qezenc bike. Dê gelên Tirkiyeyê qezenc bikin. Ji bo aştî û çareseriyê em li benda kesekî nînin. Ya ku dê vê bike, yekitiya li vê eywanê ye. Lewma jî di mijara civakîkirina aştiyê de peywirên me hene. Bi civakîkirina aştiyê û tifaqa ji Samsûnê heta Hatayê re em ê encamê bi dest bixin.    SERMUZAKEREVAN BIRÊZ OCALAN E   Çendek roj berê birêz Ocalan bi parlamenterê me Omer Ocalan re hevdîtin kir. Birêz Ocalan got ku heke zemîneke hiqûqî çêbibe dê ji bo çareseriyê her rolê dikare bilîze. Em ji îktîdarê re dibêjin; sermuzakerevanê vê meseleyê birêz Ocalan e. Deriyên Îmraliyê vekin û bila birêz Ocalan fikrên xwe bi gel re parve bike. Em di pêvajoyeke krîtîk de ne. Em ji xwe piştrast û bi bawerin.”