DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir 2024-10-27 13:59:24   RIHA - DEM Partiyê li Rihayê silha du malbatan kir ku di navbera wan de neyartî hebû.    Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê malbata Gok a ku ev 3 sal in di navbera xwe de neyartiya wan hebû lihev anî. Di vê çarçoveyê de li hotêleke bajar xwarina silhê hate dayin. Rêveberên DEM Partiyê, parlamenter Mîthat Sancar, Ferît Şenyaşar û Saliha Aydenîz, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, rêveberên DBP’ê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên OHD’ê û ÎHD’ê jî tev li bûn.    Ahmet Turk di silhê de axivî û wiha got: “Ev malbat, xwişk-bira ne. Tiştekî xemgîne ku di nava malbateke wiha de tiştên bi vî rengî diqewimin. Hêvîdarim ku li xaka Kurdistanê tiştên wiha êdî çênebin. Em ji bo silhê htain gel hev. Em spasiya malbata xwe dikin ku ji bo vê rê dan me.”    Ji mezinên malbatê Îzettîn Gok jî axivî, piştre xwarin hate xwarin û silh bi duayan bi dawî bû.