Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin 2024-10-27 14:06:00   MÊRSÎN - HesabÊn Youtube û Facebookê yên hunermend Rotînda ji ber giliyên hatin kirin, hatin girtin.    Sansura li dijî muzîk û hunermendên kurd didome. Piştî hedefnîşandanê, hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin. Rotînda, da zanîn ku kesên di bin kontrola dewletê de hesabên wî hedef nîşan dane û ev demekî dirêj e gef lê tên xwarin. Rotînda, got ku di encama gefan de Youtube û Facebookê hesabên wî asteng kirine. Rotînda, diyar kir ku nabe muzîk were astengkirin.    ‘LI DIJÎ MUZÎKA KURDÎ BÊTEHEMÛLIYEK HEYE’    Rotînda, ev tişt anî ziman: “Ev 35 sal in stranan dibêjim û ev klîp ji 1996'an ve ye di weşanê de ne. Min ji Youtubeyê re pirsa ‘Çima niha bûn pirsgirêk?’ kir lê bersiv nedan û hesaba min girtin. Rêveberên Youtube û Facebookê cihêkariyê dikikn. Li dijî çand û muzîka kurdî bêtehemûliyeke wan heye. Dema min jê pirsî bê ka li gorî daxwaza kê hesabên min girtine, bersiv nedan. 6 meh berê bi heman hincetan hesaba min a Facebookê girtin. Em ê vê li her derê teşhîr bikin. Em banga xwedîderketina li muzîkê li gelê kurd dikin.”