Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin 2024-10-27 15:28:09 RIHA - Di encama têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar de kurê wê Fadil Şenyaşar hate berdan. Bi berdana Şenyaşar re silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin.  Silha malbata Şenyaşar ku di êrişa 14’ê hezîrana 2018’an de rastî komkujiyê hatibû û malbata Yildiz hate kirin. Hevdîtinê silhê li Baxçeyê Millet ê li navçeya navendî Eyyubiyeyê hate kirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, parlamentera Mêrdînê Saliha Aydenîz, parlamenterên Rihayê Ferît Şenyaşar û Mîthat Sancar, Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz, Serokwekîlê Meclisê Bekir Bozdag, Waliyê Rihayê Hasan Şildak, Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Kasim Gulpinar û gelek kes tev li bûn. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê beşdar nebû. Fadil Şenyaşar, Celal Yildiz, Mîkaîl Şîmşek û Enver Yildiz ên demek berê tehliye bûn ji ber hefsa malê nekarîn tev li bibin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ku ji 50 kesên malbatan diyar kirin pêk dihat û şandeyên ji hevşaredar û parêzeran pêk dihatin jî di silhê de amade bûn. Bername, bi xwendina Qur’anê dest pê kir.    Cevdet Yilmaz di bernameyê de ji ber silhê spasiya her du malbatan kir û got: “Hêvîdarim ku ev aştî mayinde be. Hêvîdarim ku ev aştî ji bo pirsgirêkên din jî bibe mînak. Ev silh ne tenê silha di navbera du malbatan de ye, ji bo yekitiya civakê jî biwate ye.”    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî bal kişand ser girîngiya aştiyê û wiha got: “Malbatên me îradeya aştiyê raber kirin. Em spasiya her du malbatan dikin. Çêkirina silhê zehmet e. Ya girîng ew e ku mirov vê bidomîne. Berpirsyartî dikeve ser milê kesên silh kirine. Divê malbatên me li gorî vê ferasetê tevbigerin. Wê demê dê mayinde be.”    Bekir Bozdag jî spasiya her du aliyan kir. Piştî bernameyê dua hate xwendin û bi xwarina silhê bi dawî bû.