‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’ 2024-10-27 16:19:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Eniya Piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re bang kirin ku qada hewayî ya Rojava ji balafirên şer re bê girtin.    Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Eniya Piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re li dijî êrişên dewleta tirk daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta tirk hewl dide li rojavayê Kurdistanê jiyanê felc bike û xwestin asîmanê rojavayê Kurdistanê li pêş firîna balafirên şer bê girtin.   ‘ARMANCA DEWLETA TIRK HILWEŞANDINA RÊVEBERIYA XWESER E’   Daxuyanî li Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate dayin. Di destpêkê de Endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser Fethulah Hisên axivî û wiha got: “Ev çar rojin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrişên dijminane yên dewleta tirk de ne. Di van êrişan de santralên avê, neftê, elektrîk û jêrxana aborî tê hedef girtin. Ev êriş ji ber bêdengiya navdewletî pêk tên. Armanca dewleta tirk hilweşandina rêveberiya xweser e, ji berku naxwaze gelê kurd xwedî îrade be. Dewleta tirk bi êrişan hewl dide xelkê deverê koçber bibe.”   ‘QADA HEWAYÎ JI BALAFIRÊN ŞER ÊN DEWLETA TIRK RE BIGIRIN’   Hisên, diyar kir ku ev cara çareme dewleta tirk êrişek wisa dijwar li dijî herêmê pêk tîne û ev tişt anî ziman: “Em bang li hêzên hevpeymanê dikin ku pêşî li van êrişan bigre û asîmanê Rojava li pêş firîna balafirên şer ên Tirkiye bigire. Dewleta tirk li ser tevayî herêmê metirsiyê çêdike. Ji berku dixwaze carek din DAIŞ’ê zindî bike.”   17 SIVÎL HATIN QETILKIRIN   Piştre li ser navê Nûnertiya Rêveberiya Xweser û Eniya Piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re, Şoreş Xidir daxuyaniyek xwend. Di destpêka daxuyaniyê de êrişên dewleta tirk hat şermezarkirin û wiha hate gotin: “Ev çar rojin dewleta tirk dixwaze jiyanê li rojavayê Kurdistanê bide sekinandin. Bi vê armancê cihên sivîlan, xizmetguzarî û ewlehiyê tên hedef girtin. Ji ber van êrişan 17 kes şehîd û 65 kes jî birîndar bûne ku piraniya wan sivîlin.”   BANG: HELWESTEKE ZELAL NÎŞAN BIDIN   Di dewamê de ji Rusya û hêzên hevpeymaniya navdewletî hat xwestin pêşî li êrişên dewleta tirk bigre da ku carek din ev êriş dubare nebin. Di dawiyê de jî ev bang hate kirin: “Em piştgiriyê didin banga Rêveberiya Xweser a ji bo herêma li dijî firînê. Her wiha em daxwazê ji aliyên siyasî yên Kurdistanê, rêxistina civak sivîl û mafê mirov dikîn ku li dijî êrişên qirkirinê helwestek zelal nîşan bidin. Dewleta tirk dixwaze Misak-i Milliyê zindî bike, îro êrişî ser Rojava dike, wê sibe êrişê ser başûrê Kurdistanê jî bike.”