Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist 2024-10-27 16:20:44   AMED- Komeleya Ekolojiyê ya Amedê û Komeleya Hêviyên Rengîn di çarçoveya çalakiyan de zarok li Baxçeyên Hewselê gerandin.    Komîsyona Zarokan a Komeleya Ekolojiyê ya Amedê, Komîsyona Mafên Ajalan û Komeleya Hêviyên Rengîn ji bo di zarok xwezayê baştir fêm bikin, çalakiya geştê ya li Baxçeyên Hewselê li dar xist. Ji zarokên beşdarî geştê bûn dîroka Baxçeyên Hewslê hate vegotin, derheqê zirarên gilêş dide xwezayê û gihayên li herêmê agahî dan zarokan. Di heman demê de ji bo zarokan çîrok hatin gotin û lîstik hatin lîstin.    Çalakî, bi komkirina gilêşê li derdorê bi dawî bû.