Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan 2024-10-27 16:48:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan kes li Dêrik û Amûdê li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan. Di çalakiyan de banga têkoşîna hevpar a li dijî êrişan hate kirin.  Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 23’yê cotmehê heta niha bênavber didomin. Di encama êrişan de 17 welatî hatin qetilkirin û 65 kes jî birîndar bûn. Her wiha ziyaneke mezin gihişt saziyên xizmetê û binesaziya herêmê.    Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirk, li bajarên Dêrik û Amûdê xelk dakete kolanan û êriş şermezar kirin.    AMÛDÊ   Bi sedan şêniyên bajarê Amûdê û bajarokên girêdayî wê li qada Şehîd Cîhad a li bajêr kom bûn û meş li dar xistin. Di meşê de wêneyên zarokên di êrişan de hatine qetilkirin û birîndar bûn, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankartên “Bi sekna şerê gel ê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin” hatin hilgirtin. Welatiyan dirûşma “Na ji êrişên dewleta tirk a dagirker re” hate berzkirin.    ‘EM Ê HETA DAWIYÊ TÊBIKOŞIN’   Meşevan li pêşiya Navenda Tevger Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê meşa xwe veguherandin mitîngê. Endama Kongra Star a Amûdê Şêrîn Dawûd di çalakiyê de axivî û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker bênavber êrişî binesazî û şêniyên herêmê dike. Dixwaze projeya Rêveberiya Xweser û aramiya heyî têk bibe. Dixwaze gel ji neçarî koç bike. Pêkhateyên herêmê bi sekina xwe helwesta xwe diyar kir. Çi bikin jî em ê heta dawiyê têbikoşin.”    Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ebdulbaqî Dawê jî sersaxî ji bo malbatên kesên hatine qetilkirin xwest.    Meş bi berzkirina dirûşma “Na ji êrişên dagirkeriyê re” bi dawî bû.   DÊRIK   Welatiyên Dêrikê û bajarokên girêdayî wê jî li Qada Azadiyê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bi sekna şerê gel ê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin” hate hilgirtin. Girse li kolanên Dêrikê meşiyan û li ber Navenda Kongra Star a Dêrikê meş eguherandin mitingê.   Di mîtîngê de Endama Rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Wefa Elî got ku dewleta tirk êrişî navendên xizmetguzariyê  dike wiha pê de çû: “Bila bizane gelê me xwedî bi hezaran şehîdan e, çi dibe bila bibe li dê hemberî êrişên dewleta tirk têkoşîna xwe bidomîne. Em li pey şopa şehîdên xwe ne û em ê her piştgiriya şervanên xwe bikin.”   Hevserokê Meclisa Bajarê Dêrikê Hesen Hemze jî axivî û diyar kir ku dewleta tirk bi êrişên xwe nikare îradeya gel bişikîne.    Mitîng, bi dirûşma “Bimire dagirkerî” bi dawî bû.