Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn 2024-10-27 19:55:40   ENQERE- Di kongreya ku ESP’ê pêk anî de Hatîce Denîz Aktaş û Mûrat Çepnî wekî hevserokên giştî yên nû hatin hilbijartin.   Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) 4’emîn kongreya xwe ya giştî li Odeya Endezyarên Înşatê ya girêdayê Yekîtiya Odeya Endezyar û Mîmaran (TMMOB) pêk anî. Di kongreya bi dirûşmeya ‘Ji kevneşopiyê ber bi pêşerojê ve. Em pêngavê bilind bikin, azadiyê bidest bixin’ pêk hat de hevserokên nû hatin hilbijartin.   Hatîce Denîz Aktaş û Murat Çepnî ji bo dema nû wekî hevserokên giştî hatin hilbijartin.