Êrişî Garê hat kirin 2024-10-27 21:23:59   NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê CPT'yê Kameran Osman, ragihand ku Tirkiye rêzeçiyayên Garê yên li sînorê Dihokê bi awayekî dijwar bombebaran kiriye.    Endamê Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) Kameran Osman, ragihand ku Tirkiyeyê herêma Mam Reşa ya li Çiyayê Kurêjaro û Geliyê Reşawa ya li Berî Nîzar a li rêzeçiyayên Garê 16 caran bombebaran kiriye.    Li gor nûçeya di Rojnewsê de Osman ragihand ku Tirkiyeyê di 4 rojan de bi balafirên şer û hawanan 27 caran êrişî rêzeçiyayên Garê kiriye. Osman, destnîşan kir ku di êrişan de zirar negihaştiye tu welatiyên sivîl.