ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-28 09:00:09   * Endama Koordînasyona Navendî ya OGK'ê Hîvda Selenê diyar kir ku wekî gelek qadên jiyanê li wargeh û zanîngehan jî ji ber nasnameya jinê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û got ku armanc dikin ku bi kargehên xweparastinê jiyaneke din jî pêkan e.    * Di îdianameya der barê Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî de hat amadekirin de, daxwaza hevpeyvînê ya televîzyona K24'ê ya Serwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî wekî "hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê" hat wesifandin û hat xwestin ku Ronî bi "endamtiya rêxistinê" bê cezakirin.    * Parêzer Fûat Coşacak bal kişand ser biryara binpêkirina "mavê hêviyê" ya DMME'yê ya der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de û got ku sererastkirina qanûnî ya ku ji Tirkiyeyê hatiye xwestin 10 sal in nehatiye kirin. Coşacak got: "Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê."    * Rêxistinên jinan dê têkildarî qetilkirina Evîn Demîrtaş li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin. (12.30)    * Dê têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran daxuyanî bên dayin. (13.00-19.00) ZINDÎ   * Hewldana ji bo Roboskê Edalet dê bi boneya meha 154’emîna komkujiyê li ser Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)