Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê 2024-10-28 09:00:43 AMED - Parêzer Fûat Coşacak bal kişand ser biryara binpêkirina "mavê hêviyê" ya DMME'yê ya der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de û got ku sererastkirina qanûnî ya ku ji Tirkiyeyê hatiye xwestin 10 sal in nehatiye kirin. Coşacak got: "Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê."  Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18'ê Adara 2014'an de biryar da ku cezayê giran ê girtîgehê yê heta hetayê û mafê berdana bi şertî di wxe de nahewîne yö  li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye birîn, binpêkirina "mafê hêviyê" ye. DMME'yê ji Tirkiyeyê xwest ku encamên vê rewşê yên li dijî xala 3'yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ji holê bên rakirin. Lê belê 10 sal derbas bûne, Tirkiyeyê hê jî di vî warî de tu gav neavêtine.    Ji ber ku Tirkiye gav neavêtın, ket rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) ku di warê şopandina pêkanîn û nepêkanîna biryarên DMME'yê de xwedî raye ye. Lijneya Wezîran a ku mijarê xist rojeva xwe, di 31'ê Tîrmehê de ji Tirkiyeyê re agahî şand û xwest ku ev mijar bikeve rojeva wê û di vê pêvajoyê de sererastkirinên pêwîst bên kirin.   Ji parêzerên berê yê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fûat Coşacak daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahaçelî ya ji bo şert û mercên qanûnî yên "mafê hêviyê" nirxand û diyar kir ku Tirkiye di 10 salên dawî de di vî warî de tu gav neavêtine û ev ne tiştekî ku bê qebûlkirin. Coşacak anî ziman ku biryara berdana bi şertî bi awayekî derqanûnî nehatiye bicihanîn û got: "Ji ber ku berevajî biryara DMME'yê ye, divê Tirkiye di vê mijarê de serertaskirineke qanûnî bike. Eger ev yek neyê kirin, wê di nirxandina KW KE de Tirkiye bi mueyîdeyên cidî re rû bi rû bimîne û wê biryara ji KW KE'yê bê derxistin bê dayîn."     Parêzer Fûat Coşacak   Coşacak bal kişand ser îdiaya ku Tirkiye dixwaze bibe hêzeke cîhanî û got: "Yek ji stûnên sereke yên vê yekê jî yekbûna wê ya bi hiqûqa Ewropayê re ye. Ger biryarek bi vî rengî were girtin, wê ji bo welêt bibe encameke pirxesar û wê hiqûqa tune ye ji niha û pê ve xerabtir bibe û eşkere ye ku wê biryara DMME'yê bi tu awayî neyê cîbicîkirin û di encamê de dê di warê edaletê de rewşeke pir aloz derkeve holê."   'NEPÊKANÎNA MAFÊ HÊVIYÊ SKANDAL E'   Coşacak bi bîr xist ku biryara DMME'yê mecbûrî ye û wiha got: "Heke hiqûq hebe divê siyaset di plana duyem de be. Nepêkanîna mafê hêviyê di warê siyasî de tiştekî pir skandal e. Em wiha difikirin ku divê hiqûq bê gengeşekirin. Eger li welatekî destûreke bingehîn hebe û xala herî sereke ya destûra bingehîn neyê cîbicîkirin, li vir binpêkirina mafan û kêmasiyek hiqûqî heye.   Coşacak bilêv kir ku di cîbicîkirina biryarê de mebestên siyasî diyarker in û got ku hêvî dike ku Ewropa ne ji bo armancên siyasî, ji bo parastina hiqûqa Ewropayê, li gorî divêtiyên hiqûqê tevbigere.   'MUHLETA HATIYE DAYÎN PIR DIRÊJ E'   Coşacak anî ziman salek muhlet a ku Komîteya Wezîran ji bo sererastkirina qanûnê daye demeke pir dirêj e û got ku di çarçoveya cezayên di warê azadiyê de ne salek, rojek jî zêde ye di warê bêparkirina ji azadiyê de.    Coşacak bal kişand ser sererastkirineke "bi şertî ku Bahçelî derpêş kiribû û got ku mafê hêviyê têgiheke hiqûqî ye, lewma divê biryarên hiqûqî berbayî siyasetê neyên kirin. Coşacak got: "Mafê hêviyê mafekî hiqûqî ye, divê nebe qurbana siyasetê."    Coşacak bilêv kir ku demildest divê tecrîd ji holê bê rakirin û got ku divê meseleya kurd ji zemîna pevçûnê ber bi zemîna siyasî û hiqûqî ve bê veguhastin û îşaret bi gotinên Abdullah Ocalan kir ku di hevdîtina dawî de bi rêya Parlamanterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ragihandibû.    MA / Rûkiye Adiguzel