Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e 2024-10-28 09:25:03 STENBOL - Endama Koordînasyona Navendî ya OGK'ê Hîvda Selen diyar kir ku wekî gelek qadên jiyanê li wargeh û zanîngehan jî ji ber nasnameya jinê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û got ku armanc dikin ku bi kargehên xweparastinê jiyaneke din jî pêkan e.    Li welêt tundiya li ser jinê û kuştina wan û binpêkirinên mafan li hemû qadên jiyanê her diçin zêde dibin. Ji ber tundiya mêr her roj herî kêm 4 jin niyana xwe ji dest didin. Li gor çeteleya tundiyê ya mehane ya JINNEWS'ê, di meha Îlonê de herî kêm 30 jin û zarokek hatine qetilkirin û herî kêm 15 jin û 4 zarok jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.    Endama Koordînasyona Navendî ya Jina Ciwan a Azad (OGK) Hîvda Selen, bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîna li dijî tundiya mêr.    PIŞTÎ PEYMANA STENBOLÊ   Selen diyar kir ku feraseta dewleta baviksalarî dibe sedema zêdebûna tundiyê û got ku bi taybetî piştî fesixkirina Peymana Stenbolê bûyerên tundiyê zêde bûne. Selen bal kişand ser polîtîkayên bêcezatiyê û got: "Ji ber ku mêrên kujer di deriyê pêş de digirin û di yê paş de berdidin, ev yek êdî cesaretê dide kiryarên potansiyel. Lewma li vî welatî gava jinek derdikeve derve ji aliyê kesekî nenas ve tê kuştin. Helbet ev jixweber çênabe. Polîtîka dibin sedema vê yekê. Ji ber vê hêrsa jinan zêde bûye û ev hêrs her diçe dibe hêrseke civakî. Me vê hêrsê li kuçeyan, lîseyan û zanîngehan dît. Rastiyeke bi vî rengî heye; dewleta mêr bi tu awayî jinan naparêze. Endamê meclisê yê AKP'î derket got, 'bi qasî yê dikuje, ya dimire jî sûcdar e.' Tundî rasterast ji aliyê dewletê û desthilata wê ya siyasî ve tê rewakirin."    Selan bal kişand ser şert û mercên wargehên xwendekaran jî û got ku jinên ciwan li van wargehên KYK'ê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Selen wiha got: "Li van wargehan xelekeke nayê dîtin heye. Mesele tenê ne xwarina xerabe ye. Li vir jin ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Îro ew xeleka nedîbar deng derxist û got, 'ez liw aregahn rastî destdirêjiyê têm.' Lewma divê em wî dengî bilind bikin."   KARGEHÊN XWEPARASTINÊ   Selen bilêv kir ku dewlet jinan naparêze û lewma dest bi lidarxistina kargehên xweparastinê kirine û got: "Xweparastin rewa ye. Em Çîlem Dogan bînin bîra xwe. Gava mêr dikujin ceza nayê dayîn, lê jin ji bo nemirin û ji bo bijîn gava ji bêgavî dikujin bi cezayên pir giran re rû bi rû dimînin. Lewma em wiha difikirin ku ji bo jiyanê xweparastin şert e. Em wiha difikirin ku pêdiviya jinan bi xweparastinê û bi xwebihêzkirinê heye. Lewma me kargehên xweparastinê dan destpêkirin."   Selen da zanîn ku eleqeyeke zêde ji bo kargehan heye û got ku ji gelek bajaran jin xwe digihînin wan ku beşdarî dersan bibin.    Selen got: "Jiyaneke din a ku em bihûnin pêkan e. Gava jin vê hêrsê vediguhêzînin kuçeyan em vê dibînin. Em dikarin bi ser bikevin. Lewma em bang li hemû jinan dikin ku di bin banê OGK'ê de xwe birêxistin bikin."    MA / Yeşîm Tukel