Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî 2024-10-28 09:31:41 ÊLIH - Berdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê Şaredariya Êlihê Mehmet Esen diyar kir ku qeydên “Kreşa Pirzimanî ya Beybûnê” didome û li gorî pêdiviyê dê hejmara kreşan zêde bikin.    Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, hefteyek berê li Taxa Beşevlerê “Kreşa Pirzimanî ya Beybûnê” vekir. Kapasîteya kreşê ji bo 60 xwendekaran e û li gel zimanê kurdî, bi zimanên din jî perwerdeyê dide. Berdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê Şaredariya Êlihê Mehmet Esen, da zanîn ku dê bi heman navî du kreşên din jî vekin.    'DIVÊ DAYIK Û BAV BI ZIMANÊ DAYIKÊ BIAXIVIN’    Mehmet Esen   Esen, diyar diyar kir ku ji zarokan heta kesên sere polîtîkayên pişaftinê li ser her kesî berdewam in û wiha got: “Di demên dawî de li ser ziman, çand û hunera kurdî hewldaneke pir mezin a astengkirin û qedexeyan heye. Ya ku li dijî vê were kirin ew e ku hewceye dayik û bav tevî hemû zext û êrişan jî li malê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin, ziman û çanda xwe bikin hîmê sereke yê jiyana xwe û vî ziman û çandê biparêzin.”    'DÊ 2 KREŞÊN DIN BÊN VEKIRIN’   Esen, got ku divê her zarokek bi zimanê dayikê perwerde bibe û ev tişt anî ziman: “Li Kreşa Pirzimanî ya Beybûnê dê her zarok di pêşdibistanê de bi zimanê dayika xwe perwerde bibe û ev gav, xizmeteke girîng a şaredariyê ye. Li vê derê hem bi kurdî hem jî bi zimanên din dê perwerde were dayin. Derfet tê dayin ku her zarok li vir bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe. Em di wê baweriyê de ne ku Beybûn dê bigihije armanca xwe, dê xebatên xwe yên li vê derê bi serkeftî bidomîne û em ê bêhtir xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Di vê mijarê de kreşa ewil e em dixin xizmetê û dê berdewamiya wê jî hebe. Li taxan em ê li gorî pêdiviyê xizmeta kreşan bidomînin. Plana me heye ku em bi navê Beybûnê 2 kreşên din jî vekin.”    BANGA ‘QEYDÊN XWE ÇÊBIKIN’   Di berdewamê de Esen banga “qeydên zarokên xwe çêbikin” li malbatan kir û axaftina xwe wiha qedand: “Zarok li vir hînî muzîk, drama, lîstik, hejmaran dibin û navên ajalan hîn dibin. Ji serê sibehê saet di 8’an de dest pê dike û heta 5’an jî berdewam dike. Ji xwarina zarokan heta razana wan li vir her tiştek tê amadekirin. Zarokên tên vê derê bi zimanê xwe yê dayikê hîn dibin. Heke zarok bi zimanê dayikê hîn bibin, êdî ji bîr nakin. Zarokên temenê wan di navbera 3 û 5 salî de li vir perwerde dibin. Banga me ya ji bo malbatan ew e ku ji bo zarokên wan bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin qeydên wan çêbikin. Me kreşeke kapasîteya wê 60 kes vekir. Ev der hêj tam tije nebûye. Heke daxwaz çêbibe em ê li taxên din jî vekin. Ji bo zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin em ê xebatên xwe bilez û bez bidomînin.”    MA / Fethî Balaman