Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin 2024-10-28 10:09:17   ÇANAKKALE - Komek nijadperest bi hinceta stranên kurdî êrişî dawetek malbata ji Agiriyê kir. Piştî ceyran hat qutkirin êrişî ciwanekî kirin û wî şêlandin.    Li navçeya Çan a Çanakkaleyê di 26’ê cotmehê de li hemberî daweta malbatek ji agiriyê êrişek nijadperest hat kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; komek ku ji alîgirên Çansporê ya bi navê “17. Alay” pêk dihat bi hinceta stranên kurdî du sê caran ceyrana eywana dawetê hat qutkirin. Malbatê ji ber hewldana êrişa koma nijadperest neçar ma ku dawetê zû biqedîne. Dawetvanî ji eywanê veqetiyan lê ciwanek ji mala xwediyê dawetê bi êrişa koma nijadperest re rû bi rû ma. Komê piştî êrişî wî ciwanî kir, telefon û pereyên li ser wî dizîn ango ciwan şêlandin. Malbatê ji koma êrişkar pere û telefonê paşve xwestin. Koma êrişkar vê bersivê da malbatê: “Em komek ji 50 kesan pêk tên li benda we bûn, werin telefon û pereyên xwe werbigirin.” Malbata ji Agiriyê çû cihê ku êrişkaran ji wan re gotiye û malbat li vir bi êrişa bi dar û keviran a nijadperestan re rû bi rû ma.    Gelek ferdên malbatê di êrişê de birîndar bûn. Ji ferdên malbatê û êrişkaran herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. Binçavkiriyan piştî îfade dan dozgeriyê hatin berdan. Hat zanîn ku wê malbat der barê êrişkaran de gilî bike.    LI SER GRÛBA WHATSAPPÊ ORGANÎZE KIRIN E    Derket holê ku êrişkaran xwe li ser grûba Whatsappê bi navê "Alaya 17’emîn a Sor (Kıpkırmızı 17. Alay)” xwe bi rêxistin kirin e. Di peyamên grûba Whatsappê de derket holê ku kesê bi navê Sezaî Kaya gotiye, “Govenda kurdî li kut ê gerandin. Birayên min viya hîn bibin, biçin binêrin, ka cihê wê ku ye.” Batuhan B. jî wiha bersiv daye: “Xalo deng ji cihekî tê. Em jî dibihîzin.” Piştre Furkan Sokelî jî diyar kiriye ku wî cihê eywana dawetê dîtiye û wiha peyam ji grûbê re şandiye: “Keko em li vir in. Yek asayîş heye, yek jî trafîk heye. Stranên xwe veguherandin tirkî. Sazbend ji Stenbolê hatine.”    Sezaî Kaya diyar kiriye ku şalteran danîne û gotiye: “Tişta pêwîst hat kirin. Birano deng hat qutkirin.” Huseyîn Efe jî wiha bersiva daye: “Reîs deng qut bû, tengasiyek tine ye.” Sezaî Kaya wiha peyam dinivisîne: “Bûyer temam e, tişta ku ket serê milê me pêk hat. Li hemberî kurdan gelek alerjiya min heye.”      SPASIYA ŞAREDARÊ CHP’Ê HATIYE KIRIN    Derket holê ku koma êrişkar bi navê “17. Alay" xwe li ser Facebook û Whatsappê organîze kirin e. Di Facebookê de hat dîtin ku endamên grûbê xwe li ser hesabên xwe yên şexsî peyamên gefxwarinê weşandin e. Endamê grûba alîgiran a bi navê "17. Alay" Sezaî Kaya têkildarî êrişê ev peyam parve kiriye: “Li vî welatî kes nikare li muzîka kurdî guhdar bike û bide guhdarkirin. Îro êvarê Harûn başkan û Mûrat Okan başkan ên ku ji vê re bûn asteng û ji ciwanên Çanê fam kirin, xwedê ji we razî be, mala we ava ku we me neşikandiye, em spasiya we dikin. Dema mijar bibe welat em her daîm yek in. Ev welat ne vala ye, ev der çala rastî ye… Ez li ser navê xwe û birayên xwe spasiya we hemûyan dikim.”    Hat zanîn ku Mûrat Okan ê ku Sezaî Kaya spasiya wî kiriye Serokê AKP’ê yê Navçeya Çanê ye û kesê bi navê “Harûn Başkan” jî Şaredarê Çanê yê CHP’yî Harûn Arslan e.    ŞÎROVEYÊN NIJADPEREST    Hat dîtin ku li bin parvekirina Kaya hin şîroveyên nijadperest jî hatine kirin. Kesê bi navê Ahmet Ozturk şîroveya, “Yê ku xeyala wî Kurdistan e wê jê re bibe qebristan.” Bikarhenerê bi navê Hakan Dayi jî ev şîrove kiriye: “Ricayek min ji rêveberên navçeya me heye. Em di zemanek hesas de derbas dibin. Di daweta îşev de deng pirr zêde bûn, me sor dikir, hemû Çanê bihîst. Em bûn asteng. Nexwê wê îşev bi tengazî derbas bibûya. Em ketin pêşiya vê yekê. Bila ji niha şûn ve her kes li ber dawetan tevdîr bigire.” Samed Dayi jî vê şîroveya nijadperest kiriye: “Reîs ev der Dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Bila her kes hedê xwe dizanibe.”    Di parvekirinan ser medya dîjîtal de hat dîtin ku Şaredarê Çanê yê CHP’yî Harûn Arslan çûye daweta lawê xalê xwe Samed Dayi yê ku şîroveya nijadperest kiriye û mehra wî biriye.     MA / Omer Îbrahîmoglû