Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin 2024-10-28 10:12:02 MÊRDÎN - Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin.    Li Çiyayê Bagokê ku bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve ye, operasyonek berfireh a leşkerî hat destpêkirin. Serê sibehê zû bi dehan wesayîtên zirxî yên leşkeriyê sewqî gundên Xirbê Mişka, Sedderiyê, Marînê û derûdora wan hatin kirin. Li herêmê helîkopter diçin û tên û kifşê dikin.    Li herêmê liv û tevgera leşkerî berdewam dike.