Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî 2024-10-28 10:19:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi Omer Ocalan re nêzî saetek û nîvan hevdîtin kir. Yek ji mijara herî zêde tê mereqkirin jî gotinên Abdullah Ocalan in. Têkildarî naveroka hevdîtinê spekûlasyonek tê kirin. Vaye îdia û rastî.  Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di çareseriya pirsgirêka kurd de xwedî roleke diyarker e, berdewam e û ev mijar yek ji rojeva sereke ya gelê kurd e. Siyaseta kurd ev saleke ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, di asta kûrewî de kampanyayan li dar dixe. Bi geşedanên herêmê re pirsgirêka kurd jî girantir bû û vê jî bendewariya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re zêde kir. Di serdemeke wiha de piştî 43 mehan bi Abdullah Ocalan re hevdîtin hate kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal X’ê ragihand ku hevdîtin kiriye lê têkildarî naverokê tu agahî parve nekir.    Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 1’ê cotmehê di sala nû ya qanûnsaziyê ya Meclisê de silav da Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê. Piştre jî têkildarî Abdullah Ocalan çendek daxuyanî da û Omer Ocalan çû Girtîgeha Girava Îmraliyê. Van geşedanan jî bi xwe re pirsa “Gelo pêvajoyeke nû ya çareseriyê dest pê dike?” anî.    PIRSÊN BERSIVÊN WAN TÊN MEREQKIRIN    Nîqaşên piştî daxuyaniyên Bahçelî dest pê kirin, bi hevdîtina Omer Ocalan re zêdetir bûn. Niha jî her kes mijara behsa xeberê li gorî bendewariyên xwe yên polîtîk dinirxîne. Bi giştî mirov dikare mijar û pirsên bersivên wan tên mereqkirin weke “Gelo pêvajoyeke çareseriyê ya nû heye yan na”, “Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatiye kirin eleqeya xwe bi pêvajoya nû ya behsa xeberê re heye yan na”, “Gelo dewlet bi Ocalan re hevdîtinê dike yan na, heek hevdîtinan bike gelo vê pêvajoyê bi hev re plan dikin an jî gelo mijarên ku li ser lihevkirin hene yan na” û “Gelo Abdullah Ocalan têkildarî van pirsan tiştek gotiye yan na” rêz bike.    Tiştekî pir xwezayî ye ku raya giştî, siyaset û derdorên civakî yên li Tirkiyeyê geşedanên têkildarî pirsgirêka kurd a derketiye derveyî sînoran mereq bike û agahiyan bixwaze. Çareserkirina pirsgirêke kurd a ji raya giştî, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û derdorên civakî veşartî, meşandina wê pêvajoyê ya li pişt deriyên girtî, ne hewldaneke xwezayî ye.    BEREVAJÎKIRINÊN ÎKTÎDAR Û MUXALEFETÊ    Bi ser hevdîtinê re hefteyek derbas bû lê hêj jî nayê zanîn bê ka di hevdîtinê de çi hatiye axaftin, peyam an jî bangawaziyeke Abdullah Ocalan hebû yan na, di vê mijarê de ne îktîdarê ne jî Omer Ocalan tu agahî parve nekirine. Her du alî jî pir bêdeng tevdigerin. Lê belê medyaya nêzî îktîdarê, ji vê rewşê sûd digire û di çarçoveya stratejiya ragihandinê de hewl dide raya giştî arasteyî stratejiya xwe bike. Gotar û nûçeyên ku bi heman pênûsan hatine nivîsandin, xizmetê ji heman armancê re dikin tên weşandin. Di naveroka van nivîsan de îdiayên weke “Ocalan banga çekberdanê li PKK’ê kiriye” û “Ocalan ji rêxistina xwe re name şandiye lê rêxistinê guh nedaye Ocalan” tên kirin û dixwazin binhişekî ava bikin. Li hêla din medyaya muxalîf jî bi heman awayî tevdigere. Ew jî bi îdiay3en weke “Ocalan bi îktîdarê re lihev kiriye”, “Ji bo Ocalan mal hatiye girtin”, “Ocalan welatên garantor û temînatên hiqûqî weke şert daniye pêş” û hwd. dikin. Bi vî awayî jî hewl didin di ava şolî de nêçirvaniya masiyan bikin.    Baş e lê çiqas ji van îdiayan rast in û çiqas jê spekûlasyonên ji bo avakirina binhişê ne? Li gorî çavkaniyên jêbawer ên li ser mijarê serwext, girîng e ku mirov li îdiayên tên kirin û mijarên raya giştî mereqa wan dike binêre.    DI HEVDÎTINÊ DE ÇI HATE AXAFTIN?   Ya yekemîn; tê mereqkirin bê ka têkildarî mijarên di demên dawî de nîqaş li ser tên kirin hatiye axaftin an na. Li gorî çavkaniyan; Omer Ocalan di 23’yê cotmehê de bi tena serê xwe çû Giravê. Hevdîtin jî weke serdana malbatê pêk hat. Lewma jî weke parçeyeke pêvajoya nû zêdetir, ya rast ew e ku weke hevdîtineke malbatê were nirxandin. Mîna her carê, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina nêzî saetek û nîvan de têkildarî mijarên pergalî, dîrokî û civakî û geşedanên heyî de nirxandin kiriye. Gotiye ku daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî girîng dibîne lê heke derfet çêbibin jî xwedî wê hêza çareseriyê ye ku pirsgirêkê bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bike. Lê belê pêvajoyeke nû nebûye rojev û têkildarî vê nirxandin nehatine kirin.    GELO RAYEDARÊN DEWLETÊ BI ABDULLAH OCALAN RE HEVDÎTINAN DIKIN?    Ya duyemîn; yek ji mijara herî zêde li ser spekulasyon tê kirin, gelo Abdullah Ocalan bi dewletê re hevdîtinan dike yan na. Li gorî agahiyên çavkaniyan daye; heke bi dewletê re hevdîtin çêbibin jî ev yek di hevdîtinê de qet nebûye rojev û Abdullah Ocalan di vê mijarê de tu nirxandin nekirine.    GELO OCALAN ÇI BANGAWAZÎ KIRIN?   Ya sêyemîn; di hevdîtinê de Abdullah Ocala tu bang ne li rêxistina xwe, ne ji dewletê re ne jî ji aliyên sêyemîn nekiriye. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Ocalan tenê nirxandina “Heke şert û merc ava bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîkim ku vê pêvajoya pevçûn û tundiyê bikişînim ser zemîneke hiqûqî û siyasî” kiriye. Ji bilî vê tu bangawazî nekiriye. Her wiha berevajî gotinên li ser çapemeniyê tê îdiakirin, qala pêvajoyeke çareseriyê ya nû, hêzên garantor an jî tu şert pêşkeş nekiriye.    OCALAN KÎJAN MIJAR NIRXANDIN?    Di esasê xwe de ji aliyên sansasyonel û rojevî zêdetir, têkildarî pergala modernîteya kapîtalîst de nirxandinên kûr kir. Belavbûna Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ya di asta kûrewî de rû dide û girêdayî wê, geşedanên li Rojhilata Navîn bi hûr û kûr nirxandiye. Ji hêla dîrokî û civakî ve têkiliyên kurd-tirkan nirxand û bal kişand ser girîngiya rê û rêbazên çareseriyê yên demokratîk.    BILA QEYDÊN HEVDÎTINÊ BÊN EŞKEREKIRIN   Ji bilî vê çarçoveyê, tevahiya îdiayên li ser çapemeniyê tên parvekirin tu rastiya xwe nîne. Lê belê heke daxwazeke ji bo agahdarkirina raya giştî yan jî îradeyeke çareseriyê hebe, ji ewil divê ji bo bidawîkirina manîpulasyon û îdiayên nerast û jehrînekirina pêvajoyê di serî de îktîdar piştre jî Omer Ocalan raya giştî agahdar bike.    Jixwe qeydên hevdîtina di navbera Abdullah Ocalan û Omer Ocalan de di destê îktîdarê de ne. Li gorî çavkaniyan, heke îktîdar ji vê aciz be bila tavilê eşkere bike û her kes hîn bibe bê ka Abdullah Ocalan çi gotiye. Abdullah Ocalan çi bang li rêxistina xwe kiribe, bila îktîdar derfetê bide ku raya giştî û her kes pê bizane. Bi eşkerekirina naveroka hevdîtinan re îktîdar dikare rê li ber manîpulasyonan û zimanê jehrîkirinê jî bigire. Heke vê neke,  wê demê ev helwest dê wisa bê fêmkirin ku dixwazin bi veşartî hiştina hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re, di çarçoveya stratejiya ragihandinê de ji manîpulasyonan sûdê bigirin.    GELO ÎKTÎDAR ÇIQAS JIDIL E?   Çavkaniyan, da zanîn ku PKK’ê rojek piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ragihand ku dê li gorî biryara Abdullah Ocalan tevbigerin û ev yek pir girîng bû. Çavkaniyan, gotin ku tiştekî dîrokî bû ku tevahiya pêkhateyên tevgera siyasî ya kurd deklare kirin ku ew ê piştgiriyê bidin îradeya Abdullah Ocalan raber dike. Lê tevî vê rastiyê jî, weşanên ku ji destê heman pênûsan derdikevin vê yekê nabînin û bi israr hewl didin binhişekî ava bikin û gotin û kiriyarên îktîdarê bidin qebûlkirin.    Li gorî çavkaniyan, îktîdar li rexekî dibêje “Pêvajoyeke çareseriyê ne ya berê ne jî di formateke nû de tune ye” û li hêla din jî weke ku “pêvajoya çareseriyê” hebe tevdigerin, li bendê ye ku tavilê encamekê bi dest bixe û ev yek jî nîşan dide ku cidî û jidil nînin. Heke wiha bidome dê fikar û gumanên gelê kurd, raya giştî ya demokratîk û her kesên dixwazin pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin roj bi roj zêdetir bibin.