Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan 2024-10-28 10:21:28   AMED - Yek ji fêkî ango rengên payîzê jî şîlan in. Li tat û palan şîn dibin û êdî dema berhevkirina wan e.    Şîlan xwedî vîtamînên A, B û C’yê ye. Li çolterên bakurê Kurdistanê werza berhevkirina şîlanan e. Li çolterên navçeya Pasûra Amedê şîlaên ku biharê kulîlk dibin û şîn dibin, havînê zer dibin û payîzê sor dibin, êdî tên berhevkirin. Welatî diçin di nava diriyan de şîlanan yek bi yek berhev dikin û hem dikin rîçal û hem jî piştî ziwa dikin wek çayê tê vexwarin.    Tê gotin ku şîlan li hemberî enfeksiyonê û zekem ango sermaxwarinê laşê mirovan bi hêz û qewet dike.