HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve 2024-10-28 10:48:42 STENBOL - HDK dê bi amadekariyên rêxistinbûneke xurt 13’emîn Lijneya Giştî li dar bixe. HDK armanc dike ku di serdema nû de di xebatên avakirina civakê de rola xwe bilîze.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê di 3’yê mijdarê de li Navenda Çand û Hunerê ya Dr. Kadîr Topbaş a li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê bi dirûşma “Bi hêvî, bi berxwedanê, bi hev re ber bi azadiyê ve” 13’emîn Lijneya Giştî li dar bixe.    HDK, vê kongreyê weke kongreya xwebirêxistinkirinê dinirxîne û armanc dike ku di serdema nû de hem li herêmê hem jî di meclisên qadan de di xebatên avakirina civakê de rola xwe bilîze. Di heman demê de lijne vê pêvajoyê weke “avakirina nû” ya HDK’ê dinirxîne. Di çarçoveya lijneyê de ku weke “Lijneya avakirina HDK’ê” tê nirxandin, tevahiya pêkhateyan xwe ji bo pêvajoyeke xwebirêxistinkirinê ya xurt amade dikin.    MECLISÊN NÛ   Amadekariyên HDK’ê yên ji bo lijneyê didomin û di heman demê de dê bi pêkhate û meclisên nû dest bi serdema nû bike. Li ser vê esasê dê di serdema nû de Meclisa Edaletê û meclisên mîna wê yên nû jî cih bigirin.    HDK ji pêkhateyên pir cuda pêk tê û di serdema nû de pêkhateyên ku karkerên motokurye û kaxizan tê de cih digirin jî dê hebin.    MA / Dîren Yurtsever