Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne 2024-10-28 11:10:46 STENBOL - Hempîşeyên parêzer Bedîrhan Sarsilmaz ku di danişînê de hatibû binçavkirin, xwestin hempîşeyê wan were berdan û gotin: “Parastinê serî netewand û dê netewîne.”    Rêxistinên hiqûqê têkildarî endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Bedîrhan Sarsilmaz ku di 25’ê cotmehê di danişînê de hate binçavkirin û ji wê rojê ve binçavkirî ye, li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî dan. Gelek hiqûqnas beşdar bûn û dirûşmên “Bijî berxwedana OHD’ê” û “Parastin bêdeng nebû dê bêdeng nemîne” berz kirin.    Parêzer Hanne Bayturk diyar kir ku Sarsilmaz dikariya li edliyeyê îfadeyê bide lê dîsa jî hatiye binçavkirin û ji bo dosyaya wî biryara nepeniyê hatiye dayin. Bayturk, wiha domand: “Axaftinên Sarsilmaz ên li ser telefonê ku di çarçoveya xebatên pîşeyî de kiriye, jê hatin pirsîn. Parêzerên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin, parastina gelên bindest û keda wan tê xwarin, parastina kedkar û welatiyên derfetên wan ên xwegihandina edaletê nîne dikin lewma rastî zimanê cihêkar, êrişkar û sûcdar ên îktîdarê tên. Ji ber vê jî rastî gef û tacîza darazê tên. Dema parêzer xebatên xwe yên pîşeyî dikin, bi awayekî derî hiqûqa navxweyî navneteweyî tên krîmînalîzekirin, hedef tên nîşandan û bi hincetên neheq û derhiqûqî tên binçavkirin, tên girtin an jî rastî gefên darazê tên.”    ‘DÊ PARASTIN SERÎ NETEWÎNE’   Bayturk, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê krîmînalîzekirina pîşeya parêzertiyê qebûl nekin. Em di tu şert û mercan de vê rewşê qebûl nakin û tevî hemû êrişan jî em ê dev ji azadî, demokrasî, mafên mirovan û hiqûqê bernedin. Em dixwazin heval û hempîşeyê me parêzer Bedîrhan Sarsilmaz tavilê were berdan. Parastinê tu caran serî netewand û dê netewîne.”