Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir 2024-10-28 11:37:06   MÊRDÎN - Hat îdiakirin ku li navçeya Qoserê jina bi navê Bîrsel Kaya di valahiya asansorê de ketiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye.    Hat îdiakirin ku duh êvarê li taxa Ersoylû ya navçeya Qosera Mêrdînê jina bi navê Bîrsel Kaya ya dayika 4 zarokan di valahiya asansorê de ketiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye. Hat zanîn ku Bîrsel Kaya ji navçeya Dêrikê bi mêvandarî hatiye Qoserê û piştî ew di valahiya asansorê de ketiye xwarê bi giranî birîndar bûye. Tîmên tenduristiyê û agirkujiyê hatine cihê bûyerê û Bîrsel Kaya derxistine û rakirine nexweşxaneyê. Hat zanîn ku Kaya li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê tevî hemî mudaxileyên tibî jî nehatiye rizgarkirin.    Cenazeyê Kaya li Dêrikê hat veşartin û têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.