Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin 2024-10-28 12:05:31   MÊRDÎN - Şîna endamê HPG’ê Ramazan Aktaş ê li Mêrdînê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, bi girseyî hate ziyaretkirin.    Di 25’ê cotmehê de li Taxa Nûrê ya navçeya Artuklu ya Mêrdînê bi ser qata 4’emîn a Apartmana Hasanogûllari de hate girtin. Hat îdiakirin ku endamê HPG’ê Ramazan Aktaş di dema pevçûna serdegirtinê de derketî jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê, cenazeyê Aktaş li navçeya Dêrikê hate definkirin. Malbata Aktaş, li taxa Heramiyê ya Dêrikê şîn danî. Bi sedan kes çûn serdana şînê. Bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER) serdaneke girseyî hat lidarxistin. Di dema serdanê de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin û malbata Aktaş girse pêşwazî kir.    Hevserokê MEBYA-DER’ê Saliha Kuday di serdanê de sersaxî ji bo malbata Aktaş xwest û bal kişand ser peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çendek roj berê şandî. Kuday, da zanîn ku weke malbat ew ê xwedî li peyama Abdullah Ocalan derkevin û têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bidomînin.    LÊPIRSÎNA GUNAY DIDOME    Wezîrê Karên Hundir ê Dewleta Tirk Alî Yerlîkaya ragihandibû ku di heman rojê de li gundê Barmanê yê navçeya Strewrê ya Mêrdînê operasyon hatiye lidarxistin û Ozcan Gunay jiyana xwe ji dest daye. Hat zanîn ku Ozcan di bin çavan de ye û lêpirsîna wî didome.