Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû 2024-10-28 13:05:49   WAN - Hunermend Saman Yasîn ê di dema berxwedana “Jin, jiyan, azadî” de li Tehranê hatibû girtin, hate berdan.    Hunermend Saman Yasîn ku di pêvajoya berxwedana “Jin, jiyan, azadî” de li paytexta Îranê Tehranê hatibû girtin û gelek caran îşkence lê hatibû kirin, piştî 2 salan hate berdan. Yasîn, piştî tehliyeya xwe ev peyam parve kir: “Spasiya we dikim ku ev du sal in hûn piştgiriyê didin min û xwedî li min derketin. Silavên hevalên bi min re girtî bûn ji we re hene. Ez ji kesên li girtîgehên Evîn, Faşafuyeh û Tehranê piştgirî dabûn min re jî silavan dişînim. Ew pir bi min re eleqedar bûn û hêvîdarim tevek bên berdan. Ez spasiya parêzerên xwe jî dikim ku di şert û mercên zehmet de ji bo min têkoşiyan. Bi taybet jî spasiya xelkê Kirmaşanê dikim. Ji bo ku we mirûzê min pir xweş kir, ji bo ku we ez bi tenê nehiştim û ji bo piştgiriya we gelek spas dikim. Bijî kurd û Kurdistan.”   ÇI BÛBÛ?   Saman Yasîn, di 2’yê cotmeha 2022’yan de di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin û piştre hate girtin. Hat ragihandin ku di 29’ê cotmehê de Saman Yasîn jî di nav de danişîna gelek kesan hatiye lidarxistin. Derket holê ku di heman rojê de îşkence li Yasîn hatiye kirin. Hat ragihandin ku Yasîn 3 rojan bi awayekî tazî li ber sermayê hatiye hiştin, bênavber îşkence lê hatiye kirin, ji cihekî bilind hatiye avêtin û zorî dane ku îfadeyê bide. Yasîn, bi îdiayên “Dijminatiya li xwedê” û “Li dijî ewlehiya welêt tevgeriyaye û bi vê mebestê civiyaye û peymanên veşarî îmze kiriye” hate sûcdarkirin. Di 9’ê mijdarê de malbata Yasîn ji Kirmaşanê hate Tehranê lê nehiştin bi Yasîn ê li Girtîgeha Evînê dihat ragirtin re hevdîtinê bike. Saman Yasîn, ji bo protestokirina astengkirina mafê agahîgirtina bi malbata xwe re, dest bi greva birçîbûnê kir. Di roja duyemîn a çalakiyê de rêveberiya girtîgehê destûr da ku Yasîn bi malbata xwe re hevdîtinê bike.