Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin 2024-10-28 13:22:05   MÊRDÎN - Devera Barahewşo ku li Çiyayê Bagokê ye ji aliyê balafirên şer ve hat bombebarankirin.    Serê sibehê li Çiyayê Bagokê yê ser bi navçeya Nisêbînê ve operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Bi sedan leşker û cerdevan tev li operasyonê hatine kirin û hem ji hewayî ve hem jî ji bejahiyê ve operasyon bi birfirehî pêk tê. Dora goristana ku cenazeyên endamên PKK’ê lê veşartî ne jî hat dorpêçkirin.    Devera Barahawşo ku li çoltera gundên Xirbê Mişka, Sedderiyê û Marînê ye gelek caran ji aliyê balafirên şer ve hat bombebarankirin. Piştî ku balafiran bombebaran kir, helîkopter li ser deverê geriyan û gulebaran kirin. Hat ragihandin ku li herêmê dengê çekan bilind dibe.