Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan 2024-10-28 14:08:38   AMED - Rêxistinên jinan nerazîbûn nîşanî qetilkirina Evîn Demîrtaş dan û gotin ku ew ê bi felsefeya "Jin jiyan azadî" têkoşîna xwe ya li dijî qetilkirina jinan bidomînin.    Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Platforma Jinan a Dîcle Amedê, têkildarî Evîn Demîrtaş a di 22’ê cotmehê de li taxa Huzurevlerî ya navçeya Peyasa Amedê ji aliyê Abdullah Şehmûsoglû ve hat qetilkirin, daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li ber Edliyeya Amedê hat dayîn û wêneyê Evîn Demîrtaş hatin hildan. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî beşdarî daxuyaniyê bû.    Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Cansel Atalay li ser navê jinan daxuyanî xwend.   'KUJER LI SER NAVÊ 'NAMÛSÊ' BÊCEZA HAT HIŞTIN'    Atalay behsa qetilkirina Evîn Demîrtaş kir û anî ziman ku sedema zêdebûna van qetlîaman nebicihanîna berpirsyariyên dewletê ye û got: “Dema ku em li paşeroja kiryaran ku di çapemeniyê de xuya dike, binerin, em dikarin vê rastiyê bibînin. Kiryarê ku di salên 1970'yî de di bin navê 'namûsê' de hevjîna xwe ya ewil kuşt, tenê 8 mehan di girtîgehê de ma. Wê demê bi qanûnan tundiya li ser jinê ya bi hinceta 'namûsê' cezayê wê hatibû kêmkirin û kiriya bê ceza mabû. Lê bi saya têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan ev rewş guherî. Di bin zexta tevgerên jinan de qanûn hatin guhertin. Pêşî li sivikkirina cezayên kuştina jinan hat girtin û mafê jiyanê yê jinan bi rêziknameyên wekî Qanûna Hejmar 6284 û Peymana Stenbolê hat misogerkirin."   'STARGEHÊN JINAN KÊM IN'    Atalay diyar kir ku divê destkeftiyên bi têkoşîna jinan hatine bidestxistin bên parastin û diyar kir ku ew ê dest ji vê têkoşînê bernedin. Atalay da zanîn ku ji bo pêşî li qetlîamên jinan bê girtin, divê dewlet li hemberî şîdetê cezayên astengkirinê bisepîne û tedbîrên pêşîlêgirtina qetlîaman bi temamî bên girtin û got: “Îro li herêmê yekîneya piştevaniya tundiya zayendî û navendên krîza destdirêjiya zayendî tune ne.  Her wiha li  navçeyên Amed ku hejmara wan ji sed hezarî derbas dibe jî stargehên jinan têrê nakin. Şert û mercên stargehên heyî ne wisa ne ku jinên mexdûr bên parastin. Ev hemû kêmasiyên ku nehatine çareserkirin û daxwazên me yên paşguhkirî sedemên herî berçav ên zêdebûna kuştina jinan û tundiya li ser jinê ye."   'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BI RUHÊ JIN JIYAN AZADÎ BIDOMÎNIN'    Atalay anî ziman ku di sala dawî de gelek jin hatin qetilkirin, sedema bingehîn a van komkujiyan pêknehatina qanûna bi hejmara 6284'an û fesihkirina Peymana Stenbolê ye û wiha got: "Ji bo misogerkirina tecrîdê divê bi lezgîn gavên berbiçav bên avêtin. ewlehiya jinan; Ji bo cezakirina sûcdaran û parastina mexdûran divê qanûna jimare 6284 bi awayekî bi bandor bê bicihanîn. Ji bo dawî li van cînayetan were, pêwîst e her kesê xwedî rayr û berpirsyar erkên xwe bi cih bîne û polîtîkayên ku mafê jiyanê yê jinê misoger bike, bimeşîne. Divê em ji bîr nekin ku mafê jiyanê yê jinê temînata aştiya civakî û wekheviyê ye. Weke dengê Evîn Demîrtaş û hemû jinên hatine qetilkirin, em ê bi berxwedans jinê û di ronahiya jin jiyan de, daxwaza edaletê û têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên bêcezakirinê bi her awayî bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' bidomînin.    'YA KU DIRIZE NE CIVAK E, PERGALA WE YE'    Parlamenter Adalet Kaya jî axivî û diyar kir ku qetlîamên li ser jinan polîtîk in û wiha got: "Em ji rewşa îro ya li Tirkiyeyê tê jiyîn ku ji aliyê civakê ve tê qebûlkirin bi hêrs in. Em van polîtîkayan qebûl nakin. Şêweyê siyasî û giraniya van cînayetan tê nîqaşkirin. Ev ne meseleya rast e, meseleya rast hilberîna wê ya siyasî ye. Yên ku di şevekê de ji Peymana Stenbolê vekişiyan, yekîneyên hiqûqî yên ku qanûna bi hejmara 6284’an pêk neanîn, daraz û hemû rayedarên îdarî ji van cînayetan berpirsyar in. Ew bi israr têgeheke bi navê têgihîştina bêcezabûnê bi kar tînin. An jî vê dibêjin. Di civakê de rizandinek çêbû. Ev hewldana afirandina feraset û manîpulasyonê ye. Civak bi serê xwe xira nabe. Bi rastî pergala we ya dadwerî, pergala we ya îdarî û polîtîkayên we yên mêranî, zayendperest dirizin. Em ji jinan redibêjin hûn ne bi tenê ne, em ê bi alîkariya hev pêş bikevin. Em dibêjin ku em bang li hemû jinên Tirkiyeyê dikin. Li pêşiya me 25’ê Mijdarê heye, em hêrsa xwe zindî bihêlin. Werin em li kolan û qadan biqîrin. Werin em vîna xwe nîşan bidin."    Daxuyanî bi berzkirina dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.