Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin 2024-10-28 14:20:45 AMED - Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Amedê bi awayekî girseyî hatin protestokirin.  Li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Amedê têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî hate dayîn û êriş hatin protestokirin. Rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Şer dikuje aştî dide jiyîn” hate vekirin.    Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray a di daxuyaniyê de axivî wiha got: “AKP’ê û MHP’ê destê xwe dirêjî kurdan kir û gotin ‘Em ê pêvajoyeke nû bidin destpêkirin’. Lê dema em li pratîka wan dinêrin dijminatiya xwe ya li dijî kurdan nîşan dan. Li Rojava sivîl hatin hedefgirtin. Di êrişên li dijî nexweşxane û kargehan de sivîlan û zarokan jiyana xwe ji dest dan. Em ji vê durûtiyê re dibêjin bes e. Kurdan êdî bi gotinan nexapînin. Şer bi dawî bikin. Heta ku ev şer neraweste dê têkoşîna me bidome.”   ‘SÛCÊ ŞER HATE KIRIN’     Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Abbas Şahîn jî îşaret kir ku di êrişên dawî de zarok jî di nav de 27 kesan jiyana xwe ji dest daye. Şahîn, bal kişand ku di demekî ku gotinên “aştiya navxweyî” tên kirin de komkujî pêk tên û destnîşan kir ku polîtîkayên şer nabin çareserî. Şahîn, wiha domand: “Êrişên ku ji Filistînê heta Rojava tên pêkanîn bêîstîkrarbûnê kûrtir dikin. Em bang li desthilatê dikin. Em ê destûrê nedin ku vê axê veguherînin qada şer. Em bang dikin ku êrişên di çarçoveya sûcê şer de bi dawî bikin û aştiya derveyî sînor birêxistin bikin.”   Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî da zanîn ku firin û nexweşxane hedef hatine girtin. Kaya, bi lêv kir ku êriş li dijî kesên ku vîna aştî û çareseriyê danîne holê tên kirin û wiha got: “Îro ji sedî 80 civakê bi xizaniyê re têdikoşe. Qadên cemaweriyê ketine destê çeteyan, jin tên qetilkirin, zarok tên îstîsmarkirin. Dem hatiye ku aştî li hundir û derveyî welat pêk were. Divê gavên ku bingeha vê ava bike bên avêtin. Tirkiyeyê bi van êrişan li dijî hiqûqa navneteweyî tevgeriya ye û sûcê şer kiriye. Em bang li hemû rêxistinên demokratîk dikin ku li dijî vê yekê bisekinin. Em ji bo aştiyeke mayînde bi salan e têdikoşin.”