DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir 2024-10-28 14:21:51   ENQERE - DEM Partiyê têkildarî salvegera 10’emîn a karesata madenê ya li Ermenekê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin. Em ê têkoşîna xwe ya nan û edaletê mezin bikin.”   Komîsyona Kedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî salvegera komkujiya madenê ya Ermenekê daxuyaniyeke nivîskî weşand. DEM Partiyê 18 karkerên ku di kana komirê ya Madenvaniya Has Şekerler a nêzî gundê Pamûklû yê girêdayî navçeya Ermenek a Karamanê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr xist. DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya bi serenavê “Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin” parve kir de wiha got: “Em ê komareke demokratîk û civakî ku cînayetên kar, cînayetên jinan, komkujiya xwezayê lê çênebin, kedkar mafê xwe bigirin û aştî, azadî û edalet lê pêk were ava bikin.”