Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn 2024-10-28 15:40:29   MÛŞ - Li Mûşê trênê li mîksera beton xist û di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.    Ekspresa Van Goluyê ya sefera Tetwan-Xarpêtê dikir, li Taxa Baglarê ya navenda Mûşê li pompaya beton a bimîkser xist. Di qezayê de trên ji rêhesinê derket û li stûnên ceyranê ket. Di qezayê de makînîstekî jiyana xwe ji dest da û 2 makînîst jî bi giranî birîndar bûn.    Piştî qezayê komên tenduristiyê û cendirme li cihê bûyerê hatin veguhestin. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.    Piştî qezayê demekî kin rêya rêhesinê ji hatin û çûnê re hate girtin.