Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê 2024-10-28 15:55:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên protestoyê yên li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha hate gotin: “Rêya ber bi aştiya navxweyî ve diçe, bi bombebarankirina kurdan û qadên wan ên jiyanê nikare pêk were.”   Êrişên dewleta tirk ên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Êrişên ku qadên jiyanê yên sivîlan jî lê hedef hatin girtin, îro lig elek bajaran hatin protestokirin. Li Şirnexê di pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de daxuyanî hate kirin. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî tev li daxuyaniya li ber avahiya DEM Partiyê hate dayîn bûn.    Di daxuyaniya ku pankarta “Rojava rûmeta me ye” hate vekirin de Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Nûrcan Alturk axivî. Alturk, anî ziman ku di êrişan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne û got: “Bila kesên ku bi hin hincetan êrişî gelên Rojava dikin bizanin ku em ê li dijî veguherîna vê axê ya qada şer, binpêkirina hiqûqa navnetewî û sûcên mirovahiyê qet bêdeng nemînin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Li dijî şer aniha aştî” bi dawî bû.    EDENE    Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê xwest li Parka Înonuyê daxuyaniyê bide lê polîsan asteng kir. Li ser vê yekê li ber avahiya partiyê ya bajêr daxuyanî hate dayîn. Gelek kes tev li daxuyaniya ku dirûşmên “Gelê Rojava ne bi tenê ye” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” lê hatin berzkirin bûn.    Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Seyfettîn Aydemîr, êriş weke “derveyî mirovahiyê” penase kir û got: “Rêya ber bi aştiya navxweyî ve diçe, bi bombebarankirina kurdan û qadên wan ên jiyanê nikare pêk were.”   Di daxuyaniyê de demekê gengeşî çêbû.    WAN   Li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê êriş hatin protestokirin. Di çalakiya protestoyê de pankarta “Em aştiyeke birûmet diparêzin. Em êrişên li dijî qadên jiyanê yên sivîl şermezar dikin” hate vekirin. Di çalakiyê de her tim dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin. Yek ji rêveberên DBP’ê yê bajêr bertek nîşanî êrişan da.    RIHA    Yek ji bajarên ku êriş lê hatin protestokirin jî Riha bû. Ji bilî parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar gelek kes tev li daxuyaniya li ber avahiya DEM Partiyê hate lidarxistin bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên “Mêtîngeriya xeyalî li Kurdistanê veşartî ye” , “Rojava rûmeta me ye” û “Her der Rojava her der berxwedan” hatin hilgirtin. Parlamenterê DEM Partiyê Şenyaşar ê di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Bi awayekî bêserûber cih û warên sivîlan hatin bombekirin. Di êrişên bi balafirên şer û SÎHA’yan de bi taybetî jin û zarok gelê sivîl hate qetilkirin.”   Şenyaşar, bi lêv kir ku êrişên ji Filistînê heta Rojava bêîstîkrarbûna li Rojhilata Navîn kûrtir kir.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û çepikan bi dawî bû.