Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan 2024-10-28 19:31:56   ŞIRNEX - 9 kesên ku li Hezexê hatin binçavkirin, piştî îfadeyan hatin berdan.    Li navçeya Hezex a Şirnexê 9 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan. Îhsan Oz, Hîkmet Oz, Şevkiye Soyal, Mediha Akay, Şukru Yildiz, Zahîde Baya, Melîme Kaş û du kesên navên wan nehatin hînkirin, di 26'ê Cotmehê de li bajaroka Ereban û gundên Dane û Delavêqesrê yên Hezexê di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.   9 kesên hatin binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" sewqî edliyeyê hatin kirin. Beşek ji kesên binçavkirî piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan û ên din jî ji aliyê dadgehê ve serbest hatin berdan.