Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin 2024-10-28 19:34:57     NAVENDA NÛÇEYAN – Rejîma Îranê, di meha Îlonê de 150 kes li girtîgehan bi dar ve vekir.    Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, daxuyand ku rejîma Îranê di meha Îlonê de nêzî 150 kes li girtîgehan bi dar ve vekiriye. Hat ragihandin ku ji kesên hatine darvekirin 5 jê jin in û 2 kes jî li ber çavê raya giştî hatine bidarvekirin.