Li dijî qeyûm banga kombûna li Qada Esenyûrtê hate kirin 2024-10-31 14:29:36   STENBOL - Ji ber Şaredariya Esenyûrtê ya ku têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî lê were dayîn hatiye dorpêçkirin, DEM Partî û CHP’ê cih guhert û bang li gel kir ku li Qada Esenyûrtê kom bibin.    Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ê bi lihevhatina bajêr hate hilbijartin duh hate binçavkirin û girtin. Pişt re Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî şûna wî kir. CHP ya piştî tayînkirina qeyûm biryara çalakiyê da, ji ber dorpêça şaredariyê cihê çalakiyê guhert.  Ji ber şaredariya ku çalakî li ber were lidarxistin ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin, cihê çalakiyê hate guhertin û weke Qada Komarê ya Esenyûrtê hate diyakirin. Çavkaniyên CHP’ê diyar kirin ku ji ber şaredarî hate dorpêçkirin û pêşiya wê bi bariyerên polîsan hatiye girtin çalakî veguhestin Qada Komarê ya Esenyûrtê ya nezî şaredariyê ye.    Li aliyê din Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî banga kombûna li Qada Esenyûrtê kir.