Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê hate berdan 2024-11-01 07:53:52   DÊRSIM - Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkûrt bi şertê kontrola edlî hate berdan.    Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkûrt, duh li Dêrsimê hatibû binçavkirin. Bozkûrt a ji ber belavkirina Yenî Yaşamê derbarê wê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” kirarî hate kirin, li midûriyeta polîsan mafê xwe yê bêdengiyê bikaranî. Bozkûrt a li dozgeriyê li gel Serokê Baroya Dêrsimê Dogûkan Kûdat parastin kir, sûcdariyên lê hatin kirin qebûl nekirin û got Rojnameya Yenî Yaşamê qanûnî ye. Parêzer Kûdat jî got rojname qanûnî ye û muwekîla wê tenê rojnameyê belav dike. Dozgeriyê bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî Bozkûrt sewqî dadgehê kir.    Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Dêrsimê bi şertê kontrola edlî ya ku 2 hefteyan carekê îmzeyê biavêje û qedexeya derketina derveyî welat Bozkûrt berda.