Kişanakê pirtûka xwe îmze kir: Demokrasî yan heye yan jî nîne 2024-11-02 16:56:59   ÎZMÎR - Gultan Kişanak a pirtûka xwe ya nû ya bi navê “Ez dozdar im” îmze kir, bal kişand ku li Tirkiyeyê demokrasî bi gotina “wê bi kêrî Kurdan bê” hatiye sînordarkirin û got: “Demokrasî yan heye yan jî nîne.”   Siyasetmedara kurd Gultan Kişanak di 4'emîn Fuara Pirtûkan a Îzmîrê ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ve tê lidarxistin de hevpeyvînek kir. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Burcugul Çubuk, Oznur Bartin, Îbrahîm Akîn, Mahmut Dindar û gelek xwînêr beşdarî sohbeta ku li Fûara Gazîemîrê hat lidarxistin, bûn.   Kişanakê der barê pirtûka xwe ya bi navê “Ez Dozdar im” ku ji parêznameyên xwe yên di Doza Komploya Kobanê de pêk tê jî wiha got: “Ev ne parastinek e, nîşeya ji dîrokê re ye. Em dixwazin bi şahidên dîrokê re biaxivin. Bi rastî em dozdar in, ne bersûc. Heval salonên dadgehê veguherandin qadên berxwedanê. Em ê parêznameyên din jî bidin nasîn. Ew dozek pir polîtîk bû. "   ‘ME DI ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD DE ISRAR KIR’    Kişanak, diyar kir ku wan ji bo balkişandina girîngiya Doza Komploya Kobanê bi sernavên heqîqet û aştiyê pirtûk nivîsandine û destnîşan kir ku di vê dozê de hewl hatiye dayîn berxwedana Kobanê were darizandin û got, “Tevgerek ku berxwedana Kobanê hembêz kir, hebû lê provokatoran hewl dan vê yekê asteng bikin. Wan hewl dan ku dîrokê bi serûberkirina rastiyê binirxînin. Doz hê jî bi dawî nebûye. Heval hê jî li hundir in. Em bi rewşeke ecêb re rû bi rû ne ku hem beraat û hem jî ceza li ser heman mijarê hatiye nivîsandin. Heta hemû hevalên me azad bibin em ê têbikoşin. Me di çareseriya pirsgirêka kurd de bi berpirsyariya dîrokî israr kir.”   ‘DIVÊ EM RÊYÊN NÛ VEKIN’    Kişanak, diyar kir ku der barê geşedanên dawî de tu gavên berbiçav nehatine avêtin û destnîşan kir ku divê ji rabirdûyê dersên pêwîst bên derxistin. Gultan wiha berdewam kir: “Em dixwazin vê mijarê ne li salonên dadgehê, di şert û mercên azad de nîqaş bikin. Divê derdorek ku hemû aktorên serdemê karibin xwe bi azadî îfade bikin hebe. Divê em lêkolîn bikin ka berê çi hatiye kirin û ji bo çêtir bikin bixebitin. Dê ya berê dubare nebe. Divê em rêyên nû vekin. Divê aktorên serdemê li rûyê hev binêrin û hesaban bikin. Mînak divê mirovên aqilmend werin ba hev û binirxînin. Raporek ji aliyê Meclisê ve hat kirin, lê ne temam bû. Ev mesele ne meseleya serdestan, desthilatdaran û hikûmetê ye, meseleya gel e. Divê em bibin partiya ku doza me ji raya giştî re vedibêje û pêşengiyê dike, ne ku tenê temaşe bikin an bişopînin.”   Kişanak, diyar kir ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin demokrasî li welat pêk nayê.   Kişanak, piştî hevpeyvînê bersiva pirsên xwînêran da û pişt re pirtûka “Ez Dozdar im” ji bo xwendevanên xwe îmze kir.