Li Çorûmê di avahiyekî de teqîn: Kesek mir, 33 kes birîndar bûn 2024-11-03 19:50:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çorûmê di avahiyek 5 qatî de teqîn pêk hat û kesek mir û 33 kes jî birîndar bûn.   Li taxa Ulukavak a Çorûmê di avahiyek 5 qatî de teqînekê rû da û tê gotin teqîn ji ber gaza xwezayî pêk hatiye. Teqîn rê li ber tirsê vekir û gelek tîmên tenduristiyê û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat zanîn ku welatiyek di teqînê de miriye û 33 welatî jî birîndar bûn e. Hat diyarkirin ku birîndaran rakirine nexweşaneyên li bajêr.