Bertekên li dijî qeyûman mezin dibin: Em ê rê nedin qeyûman 2024-11-04 16:24:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Serhedê û navçeya Cizîrê li dijî tayînkirina qeyûman çalakî hatin lidarxistin û ev peyam hate dayin: “Em ê rê nedin xespa qeyûman.”  Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê qeyûm hatin tayînkirin. Tayînkirina qeyûman li bajarên Serhedê û navçeya Cizîr a Şirnexê bi çalakiyan hate protestokirin.    COLEMÊRG   Rêxistina DEM Partiyê ya Gever a Colemêrgê têkildarî mijarê daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê, gelek deverên navçeyê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Meclisên Dayikên Aştiyên, Hevşaredarên Geverê Şadiye Kirmizgul û Şoreş Dîrî, endamên meclisa şaredariyê, endamên şaxên ÎHD û OHD’ê yên Colemêrgê û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî xespkirina îradeyê em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hate hilgirtin.    Çalakvan ji rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê heta pêşiya kargeha Zagrosê ya li sûkê meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Qeyûm xesp e, em rê nadin qeyûm” û “Bijî berxwedana gelê kurd” hatin berzkirin. Piştî meşê jî Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez axivî.    Piştî daxuyaniyê, girseyê careke din dirûşmên “Bijî berxwedana gelê kurd”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Qeyûm xesp e, em ê rê nedin xespê” û “Na j xespê re” berz kirin û heta avahiya rêxistinê meşiyan.    ÎDIR   Li Îdirê jî bi pêşengtiya DEM Partî, DBP û TJA’yê daxuyanî hate dayin. Daxuyanî li avahiya DEM Partiyê hate dayin û li gel hevşaerdaran gelek welatî jî tev li bûn. Hevserokê DBP’a Îdirê Mûrat Yerlîkaya di daxuyaniyê de got ku darbeya qeyûm li dijî îradeya gelê kurd hatiye kirin û ew vê xespa qeyûm nas nakink û rê nadin. Yerlîkaya, bang li gel kir ku li dijî vê xespê dengê xwe derxînin.     AGIRÎ   Rêxstinên DBP û DEM Partiyê yên Agiriyê jî li avahiya rêxistinê daxuyanî dan. Hevşaredarên Agiriyê Hazal Aras û Mehmet Akkuş, endamên meclisa giştî ya bajar, endamên meclisa şaredariyê û gelek welatî tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarteke reş a bi kurdî ya “Şaredarî yên me ne, em nahêlin hûn desteser bikin” hate hilgirtin. Girseyê gelek caran dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” berz kir.    Daxuyanî ji hêla Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Mehmet Umut Dogruer ve hate xwendin.    DEM Partî, DBP, Dayikên Aştiyê û TJA’yê li navçeya Bazîdê jî li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin û xwedî li vîna xwe derkevin” hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” hate berzkirin. Metna hevpar ji hêla endamê meclisa şaredariyê Tekîn Keskîn ve hate xwendin. Daxuyanî bi dirûşm û çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.     MÛŞ   Hevşaredara DEM Partiyê Tûba Sayilgan, hevserokên DBP û DEM Partiyê yên bajar jî ji bo protestokirina tayînkirina qeyûman li navenda bajar çûn serdana esnafan. Di serdanê de esnafan diyar kirin ku ew qeyûman naxwazin û divê gel xwe bi xwe birêve bibe.    ŞIRNEX   Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî çalakî hate lidarxistin. Çalakî li Kolana Hunerê hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen di çalakiyê de axivî û got ku dîrok xwe dubare dike. Gungen, bang li îktîdarê kir ku ji vê biryara xwe vegere û wiha domand: “Careke din dest danîn ser destkeftiyên gelê kurd. Ev yek xesp û talan e. Lê ji bo azadî û demokrasiyê çi bedel hewce bike em amade ne bidin. Em ê li dijî vê zordestiya wan li ber xwe bidin. Li Rojhilata Navîn her îktîdara zordest neçarê têkçûnê ye. Em ê li hemberî êrişên we serî netewînin. Gelê kurd bihêz e û dê li ber we serî netewîne.”    Piştî daxuyaniyê jî çalakvanan bi dirûşma “Qeyûm dê hesabên bidin gel” çalakiya rûniştinê li dar xistin. Girseyê, çalakiya xwe bi strana “Batmanê Batmanê” bi dawî kir.    ÇEWLIG    Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Çewligê jî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de dovîzên “Dest nede îradeya min” û “ Na ji qirkirinên siyasî re” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Sepanên qeyûm, darbeyeke siyasî ya li dijî îradeya gel e. Em vê pergala darbekar qebûl nakin û teslîmî zordestiyê nabin. Şaredarî yên gel in, em xespkaran nas nakin.”    DÊRSIM    Li ser Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê gelek welatî hatin gel hev û tayînkirina qeyûman hate protestokirin. Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak, Serokê Giştî yê DEDEF’ê Alî Riza Bîlîr, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Dêrsimê û gelek welatî tev li bûn. Çalakvanan ji Sûka Binerd heta Qada Seyîd Riza meş li dar xist. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev”, “Roj dê were dê dewran biguhere AKP dê hesabê bide gel” û “Em ê rê nedin qeyûman” hatin berzkirin.    Li ser navê platformê Serokê EMEP’ê yê Dêrsimê Ergîn Tekîn daxuyanî xwend. Tekîn, diyar kir ku êrişên ji bo tesfiyekirina siyaseta demokratîk a gelê kurd ji sala 1994’an ve didomin û dubareyeke 30 salan a îflaskirî ye. Tekîn, got ku tayînkirina qeyûman, darbeyeke eşkere ya li dijî vîna gel e.    Tekîn, diyar kir ku tayînkirina qeyûman gefeke li ser îradeya siyasî ya hemû gelên Tirkiyeyê ye û xwest ku hemû gelên Tirkiyeyê li dijî xespê têkoşîneke hevpar bimeşînin.    Piştî daxuyaniyê jî çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.    RIHA    Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Îradeya gel nayê xespkirin, em ê rê nedin qeyûm” hate hilgirtin. Hevserokê OHD’a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke di daxuyaniyê de got ku qeyûm, darbeyeke li djiî mafê bijartin û hilbijartinê ya gel e. Oyke, tayînkirina qeyûm weke binpêkirineke mezin nirxand û got ku îktîdarê şaredarî xesp kiriye, tercîhên gel tune hesibandiye û xwest ku îktîdar tavilê dev ji hiqûqa cuda ya li dijî gelê kurd berde. Oyke, banga li raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî vê neheqiyê dengê xwe derxînin.    ‘BIRYAREKE DERHIQÛQÎ YE’   Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî dosyayên bi xwe re anî nîşanî gel da û got ku dosyaya derheqê Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan de hêj biencam nebûye. Oncel, da zanîn ku tu eleqeya lêpirsîna hatiye vekirin jî bi Karayilan re tune ye. Oncel xwest ku biryara tayînkirina qeyûm were betalkirin û got: “Em ê heta dawiyê li dijî vê derhiqûqtiyê bisekinin.”    Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî ev tişt anî ziman: “Qeyûm, darbeyeke li dijî îradeya jinan e. Em ê qebûl nekin. Hewl didin bi darê zorê serî bi me bidin tewandin. Me tu caran serî netewand û dê netewînin.”    Daxuyanî bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû. Çalakiya gel a li pêşiya şaredariyê jî hêj didome.