Îmamoglû li dijî qeyûm diçe Mêrdînê 2024-11-05 10:13:13 ENQERE - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû li dijî tayînkirina qeyûman dê biçe Mêrdînê û bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan re hevdîtinê bike.  Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû dê li dijî tayînkirina qeyûman biçe Mêrdînê û li vir bi Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan re hevdîtinê bike.    Piştî tayînkirina qeyûm a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê, Îmamoglû ji bo hevdîtina bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê re bi rêya Nivîsgeha TAybet pêwendî bi Navenda Giştî ya DEM Partiyê re danî û xwest îro hevdîtinê bike. Navenda Giştî jî daxwaz bi erênî bersivand û got ku ji ber tayînkirina qeyûman, hevserokên giştî niha li bakurê Kurdistanê ne.    Hat zanîn ku li ser vê yekê Ekrem Îmamoglû biryar da ku ji bo hevdîtina bi Bakirhan û Hatîmogûllari re sibe biçe Mêrdînê. Nehat zanîn bê ka dê Îmamoglû saet di çendê de biçe.